Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dosta Kurdan di siyaseta Beljîka de: Nelly Maes

26/02/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Zimanê Dayikê û Em
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M. FERHO

De ‘Rooie Nel’, Nela Sor dihat bi navkirin. Keça gundî, wêrek, berxwedêr û bê tirs. Dost û hevalbenda gelên bindest. Şoreşgera engê sor, di nava hêzên parêzgerên mafên merov û gelan de hezkirî. Ji bo gelek kesan Jodie Fostera Flaman 80 saliya xwe qedand.
Dema me di 1978 de Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka ‘Têkoşer- ava kir, bi parlementerê wê demê Willy Kuijpers re têkiliya me bi Nelly Maes re pêk hat. Wê pê re pê re behsa Dr. Ismet Cherif Wanly kir. Dr. I. Cherif ji bo kongreya xortan hatibû vexwendin û hem li mala Willy Kuijpers, hem li mala Nelly Maes bûbû mêhvan. Her duyan jî behsa cixarekêşiya Dr. I. Cherif dikir. “Cixare li pey cixarê, oda rûniştin û ya razanê tim tijî duman bû”.
Nelly Maes di temamiya jiyan xwe ya siyasî de ji bo aştiyê, jiyanek pêkhev, pirrdeng û konfederalîzmê têkoşîn kiriye. Li saziyên ku kar dikir mijara demokrasiyê û bi taybetî mafên jinan ciyê sereke digirt. Bi nasîna rêzdar Maurits Coppieters ew li ser lîsta VU (1970) dikeve bijartinan û dikeve meclîsa bajarê xwe Sint Niklaas. Di heman demê de jî seroka rêxistina VUJO (Ciwanên Volksunie) bû. Ji wê demê ve jî di nava partî û yekîtiya ciwanan de xeta çep-gelparêz xurt dibe. Di bijartinên 1977 de serketî dikeve nava parlemento de.
Di 1998 de diçe parlementoya Ewropa û li wira jî xebata xwe ya darîçav dike. Mafên merovan, mafên gelên bê dewlet: Kurd, Katalan, Bask, Asûrî, … Ji 2004 het 2009 serokatiya Hevgirtina Azad ya Ewropa dike ku bi balkêşî li ser gel û herêmên cuda lê bê dewlet in xebata xwe didome. Demek dirêj jî di nava xebata Weqfa CMC de (Centrum Maurits Coppieters) aktîf ma. Wek tê zanîn CMC ji roja avakirna xwe heta îro di pirsgirêka Kurdî de xwedî ciyekî bi rûmet e.
Di 2005 de Enstituya Kurdî ya Brukselê xwest cî û rola jinê di nava civaka Kurdî de, di têkoşîna azadiyê de bide naskirin. Ji Weqfa Jinên Azad ya Navneteweyî rêzdar Nursel Kiliç, ji du saziyên li welêt, Yeter Akin û Seren Dalkiran, ji Berlîn jî Dr. Mukaddes Şahin beşdar bûbûn. Di nava inîsiyatîfa vê konferansê de bê goman Nelly Maes jî tev Martien Bode hebûn û Lieve Driesen hebûn.
Konferansa di roja 16.12.2005 de li Brukselê pêk hat bi giranî li ser rol û kesayetiya jinê di nava civak û têkoşîna azadiya Kurdî de pêk hat. Enstituya Kurdî ya Brukselê amadekar, Federasyona Jinên Flaman alîkar bûn. Nelly Maes, di xaftina xwe de li cem pirsgirêk, zor û nehqiyên li ser jinê, di civakê de, li ser dilnexwaziya mêran jî rawesta. Kêfxweşiya xwe ji bo beşdariya jinên Kurd di konferansê de got û serketin ji wan re hêvî kir.
Nelly Maes bang li hemû hêzên Flaman û Ewropî kir. “Ji têkoşîna azadiyê re li Kurdistan, bi jina Kurd re hevkar bin. Serketina wê têkoşînê ne bes ji Kurdan re, lê ji me re jî serbilindiye. Eger em ji wê têkoşînê re nebin hevkar, ewê pêşeroja me de weke kêmasiyek, weke birînek kûr were nivîsandin. Ez, ne bes weke jin lê weke siyesetmedar jî bi hemû hebûna xwe bi têkoşîna jina Kurd re, bi gelê Kurdistan re piştgir im. Bijî têkoşîna azadiya Kurdistan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.