Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hebûna Min Girêdayî Hebûna Zimanê Min e

26/02/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ol û Civak -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Hebûna kesan yan ji civakan girêdayî çanda wana ye. Hebûna çandê ji girêdayî zimanê netewî ye. Heger zimanê civakekê, netewekê tune bibe, ew netew jî ji dîrokê tune dibe. Jiber wê hebûna netewan girêdayî hebûna zimanê wana ye. Ji bû netewekê çeka herî xurt ya li himberî dagirkerî û mêtîngeriyê zimanê wana ye. Heta ku netewek li zimanê xwe xwedî derbikeve, dagirker û mêtînger her tim şikestîne û li rê û rêbazên serkeftinê digerin. Lê dema netewekê dev ji zimanê xwe berda û ziman û çanda dagirkerên welatê xwe û mêtîngeran êxistin di nava jiyana xwe de û lê xwedî derketin, wê demê bi awayekî polîtîk çiqasî bi zanabin ji, mixabin êdî ew binketîne û mêtîngerî serketiye, dagirkerî mayînde bûye û gehiştiye armanca xwe. Jiber wê, divê netewa Kurd di vî warî de bi taybetî ji li Bakûrê Kurdistanê û li Ewropayê rûne û ji xwe re li ser vê mijarê hizir bike.
Girêdayî vê mijara ziman, PENa Kurd di heyîva sibatê de du civînên girîng û berfireh li ser zimanê Kurdî pêk anî. Di van herdu civînan de li ser rewşa zimanê Kurdî ya li her çar perçên welêt û diyasporayê hate sekinîn. Gelek nivîskar, zimanzan û helbestvan tevilî van civînan bûn û nêrînên xwe anîn ziman. Ji her çar perçan mêvan tevil bûn û rewşa zimanê Kurdî vegotin. PENa Kurd ji bi boneta 21ê Sibatê roja zimanê zigmakî encamên van civînan kire rapor. Di vê raporê de pirsgirêk û tehlûkeyên li pêşiya zimanê Kurdî derdikevin pêş. Di raporê de bi awayekî eşkere tête diyarkirin ku zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê (Kurdmancî/Kurmanckî-Zazakî) di bin tehlûkeyek mezin de ye. Pergal li her derî pêşiyê li ber Kurdî digire û zexteke mezin li ser zimanê 25 milyon Kurdî heye. Nebûyîna zimanê perwerdehiyê ji bû Kurdî xetereya mezintirîn e. Jiber vê, divê Kurd li her qadê bi Kurdî baş-nebaş zanîn, hindik-gelek zanîn ne meseleye, hema kî çiqas bizane bila ewqasî biaxive. Bila tu kes nebêje devokê min ne xweş e, yan ez Kurdî baş nizanim; Kurdiya her Kurdî çi devok be bila bibe, xweş e û meşrû ye. Dîsa di raporê de tête diyarkirin ku teknolojî ji bû pêşvebirina ziman derfetekî girîng e û divê Kurd di vî warî de çalak bibin. Divê çapemenî medya Kurdî bi awayekî hişyar û zanistî li ser ziman bisekine û bernameyên li ser ziman û zarokan zêde bikin. Bi taybetî ji bo zarokan divê fîlmên karton zêde bêne çêkirin/dûblaj kirin û bi rêya înternetê bêne belavkirin. Herweha divê malbat ji bo zarokên xwe çîrok, metelok, mamik, zûgotin û hwd bêjin, bixwînin û lîstokên Kurdî nîşanî zarokên xwe bikin. Di vê raporê de gelek tiştên girîng ji bû pêşvebirina zimanê Kurdî hene, yên bixwazin dikarin vê raporê li ser vê girêdankê bixwînin.
https://www.nerinaazad.co/kr/news/life/culture/pesvebirina-zimane-kurdi-rapora-pena-kurd-2122021-roja-zimane
Belê, îro li ser Kurdan û Kurdî şerê derûnî bi rêya çapemeniyê, medyayê, medya civakî, hemû sazî û dezgehên pergalê ango di hemû qadan de bi awayekî dijwar tête meşandin. Pergal di vî warî da çi exlaqî nas nake û hemû rê û rêbazan ji bo xwe rewa dibîne. Divê Kurd ji li himberî vê hovîtiyê hişyar bibin û xwedî li zimanê xwe derbikevin. Dîsa ez dibêjim hebûna min girêdayî hebûna zimanê min e, gelo ya we girêdayî çî ye?

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.