Faruk Sakik
jI Fermandarên mezin, Şehîd Silêyman Aslan di axaftinek xwe de digot “Teqez e ku wê her kurdek zewqa vê êşa bi dewleta Tirk dayî tamkirin, bijî.” Di vê êşê de em behsa kuştina însanan nakin. Em serkeftina gerîlla ya şer vedibêjin. Lewra di siyaseta dewleta Tirk de Garê bû bombe û bi faşîzma AKP û MHP’ê de teqiya. Gerîllayên Kurdistan li Garê êşek mezin bi dewleta Tirk dane tahmkirin û Kurdistanî bi vê yekê zewqek mezin jiyan.
Îro li Tirkiyê ji têkçûna; artêşa bi teknîka nûjen, bi îstixbarata herî pêşketî, bi destûr û ewlekariya dewlet û hêzên heremê, herkes hevdû berpirsyar dibînin. Bi rojan ji bo ku vê êşa xwe derman bikin, serî li hemû rêbazên şerê pîskolojîk dan. Medya wan jî dike nakê ji vê êşê re çareseriyek nabîne. Li ekranên wan hin kesên xwedênegiravê pirsporên şerin û di dest wan de darikek li ser, krokî, şema, anîmasyonan, dikin nakin nikarin serkeftinek sanal ji vê têkçûnê derxin.
Di şerê Garê de tu tiştek ku wek hêvî û plansaziyê birêve neçû. Mizginiya ku Erdogan behs kiribû pêk nehat. Dema ku roja çarşemiyê derket pêşberî kamereyan, li kêleka wî tu kesek ji pêşengê PKK’ê ku xeyalkiribû tunebû. Li kêleka wî, 3 ji wan fermandarê giranbûha 37 tabutên eskeran ( îstastîkên HPG’ê) û cesedê 13 dîlên şer yên ku bi kîmyasalê hatibûn kuştin hebûn. Bi êş bûn. Êşek mezin tahm kiribûn.
Ji bo êşa xwe jibîr bikin êrişî kurdan kirin. Êrişî HDP’ê û siyasetmedarên kurdan kirin. Hêna cesedên wan li erdêbûn êrişan destpêkir. Nêzikî 800 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin. Lê ji bo kurdan ne xem bû. Kurdistanî zewqa, êş dayina dewleta Tirk a dagirker dijiyan. Gerîlayên Kurdistan, Destana Zapê li Garê update kiribûn.
Kurd û dostên wan eva demek dirêj bû li benda destanek bi vî rengî bûn. Êrîş û dagirkirina Efrîn, Grê-Spî û Serêkaniyê ew demoralîze kiribûn. Gerîlla jî ev yek dîtibû û ji bo bersivê li benda biharê bû. Lê Bizinê hat nanê Şivan xar. Li Garê bihar zû destpêkir.
Demek dirêj bû kurd ji bo parastina şoreşa Rojava têdikoşiyan. Dewleta Tirk ji her milî ve êrîş dikir. Li Heftanîn gerîlla îşaretên serkeftina Garê dabûn. Ev yek di nav civaka kurdan de hêviyek mezin afirandibû. Dema li Garê darbeyên mezin li dewleta Tirk dan, êdî li her deverî Kurdistanî vegeriyabûn salên berê.
Li Rojava jî ev serkeftin hatibû silavkirin. Û ev silav dewleta Tirk pirr êşandibû. Wisa ku nuçegîhanê dewleta Tirk, li Emerîka, ji dewleta Amerîka pirsa vê silavê dikir.
Ji bo vê yekê, kurd li kuderê dijîn bila bijîn, dive gavek diha pêş ve herin û bibêjin; “PKK û Gerîlayê Kurdistan ji bo Kurdistanek azad têdikoşin. Bibêjin heger ev hêz tunebin wê Kurdistan wek ku dewleta Tirk dixwaze tunebibe.” Haa, hûn van gotina bibêjin jî û nebêjin jî, wan ji bo pêşeroja we biryar girtine. Di vê biryarê de zîndan, îşkence û kuştin heye. Axaftin anjî bedeng mayina we, biryara wan naguhêrîne.
Yek tişt dimîne, dive tucaran ji gerîllayên Kurdistanê hêvî û baweriyê xwe qût nekin. Di serî de dewleta Tirk hemû dijminê kurdan li pey vê hêza kurdan a çekdarin. Dijmin ji me zêdetir bawerî di vê hêzê de dîtiye ku wê Kurdistanê azad bike. Ji bo vê yekê, ev hêz di hedefa wan a yekemîn de ye. Dive ji bo ku em, zewqa êş tahmkirina dewleta Tirk bijîn, gerîllayê Kurdistan wek roniya çavê xwe biparêzin.






