Li bajarokê El-Besîra yê li rojhilatê Dêrezorê, di encama teqîna motorsiklêtekê de, gelek sîvîl birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatîn bidestxistin, roja Şemiyê serê sibê li sûka bajarokê El-Besîra yê gundewarê rojhilatê Dêrezorê motorsiklêtek hat teqandin.
Li gorî agahiyan gelek windayî di nava sîvîlan de hene, lê jimara wan nehat zanîn.
Şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarê Dêrezorê pirin û êrişan li dijî sîvîlan pêk tînin.
Çeteyan berîya demekê gefa kuştinê li sîvîlan dikir. Şêniyên bajarokê El-Şehîl yê Dêrazorê, seriyê jêkirî yê kesekî nenas dîtin û li ser kaxiza pê re jî çeteyên DAIŞ`ê gefên kuştinê li welatiyan dikin. Ev kiryarên çeta fûkara ji nûve zindîbûna DAIŞ’ê çêdike.






