Artêşa tirkî ya dagîrker li navçeya Reco ya Efrînê sîvîlek revand. Çeteyên bi navê Sultan Mûrad jî li bajêr bi dehan darên zeytûn û gozan birîn.
Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên girêdayî wê, Mihemed Mihemed Mûstefa yê li gundê Janjalî yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê revandin.
Koma çeteyan ya bi navê Sultan Mûrad ya girêdayî dewleta tirkî jî li navend û navçeyên Efrînê zêdetirî 75 darên zeytûn û gozan birîn.






