Cenazeyên şervanên QSD’ê Merî Cemîl Ebdullah (Udey Til Hemîs) û Sair Ehmed Debo (Kawa Tehama) bi merasimeke girseyî hatin veşartin.
Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs, malbatên şehîdan, endamên saziyên sîvîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî cenazeyên şervanên QSD’ê Merî Cemîl Ebdullah (Udey Til Hemîs) û Sair Ehmed Debo (Kawa Tehama) spartin axê. Herdu şervanên QSD’ê 18’ê Sibatê li ser erkê xwe li navçeya Til Birakê şehîd bûbûn.
Di merasima li Qamişlo de, ji fermandarên QSD’ê Harûn Apoyî axivî û wiha got: “Di dirêjayiya 10 salên şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê de faşîzma dewleta tirkî bi riya şandina çeteyên xwe hewl dide welatê me dagîr bike. Lê bi saya şehîdan têk çûn. Me ji cîhanê re nîşan da ku em bi pêşengiya şehîdên xwe têk naçin û radest nabin.”
Dûv re endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Ebdulezîz Osman wiha got: “Şehîd meşeleya vê neteweyê û pêşengên wê ne ku asoyên paşrojê vedikin. Ji ber wê em bêjna xwe li hember wan ditewînin.”
Piştî axaftinan, nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Pişt re hevalên şehîdan cenazeyê Sair Debo li Goristana Şehîdan ya Til Hemîs, cenazeyê şehîd Mirî Ebdullah jî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ya Qamilo spartin axê.
ANHA






