Li gorî biryara Rêveberiya Xweser ku koçberên bakur û rojhilatê Sûriyê vegerînin bajarên wan, 105 malbat ji bajarê Minbicê ji kampa Holê derketin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Kampa Holê mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilata Sûriyê ye. Herwiha yek ji kampên herî xeternak li cîhanê ye. Lewre bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin.
Beşa 9an ya ku 28’ê Çileya borî ji kampê derketiye, ji 67 malbatan; 236 kesan pêk dihat. Piraniya wan jin û zarok bûn û ji bajarê Minbicê bûn.
Ev li gorî biryara Rêveberiya Xweser ku 10’ê cotmeha 2020’an û li ser bingehê civîna bi QSD, Desteya Karûbarê Civakî û Desteya Karê Hundir, pêk hat
Beşa 12 ji 105 malbatan ( 345 kesan) ku ji bajarê Minbicê ne pêk tê.
Rêveberiya kampê da zanîn ku derbarê koçberên ku li kampê dimînin û ne ji bakur û rojhilatê Sûriyê ne, ti biryar nehatine standin. Herwiha diyar kir ku niha tenê malbatên bajarên bakur û Rojhilatê Sûriyê derdixin.
ANHA






