Zekî Bedran
Hikumeta Erdogan-Bahçelî ya faşîst encama dixwestin li Garê bi dest nexist. Tersê wê derb xwarin û esîrên dixwestin rizgar bikin jî kuştin. Bêguman derdê wan ne rizgarkirina esîrên di destê gerîla de tenê bû. Dixwestin li Garê ku ji bo gerîla ciyekî stratejîk e bi cî bibin. Berxwedana gerîla ev plan xerab kir. Lê hêzên dagîrker herî kêm dixwestin esîran bibin Enqere û ji bo hikumeta faşîst bibe serkeftin. Piştî ku ev nebû xwestin partiyên hember li dijî PKKê û Kurdan bikin dijber. Lewre hikumet fêrî vê bûbû. Bi durişma “Têkoşîna li dijî terorê”, “Yekîtiya Tirkiyê” li hemberî Kurdan tev bi kar dianiyan û di eniya şer de digihandin hev. Lê vê carê wisa nebû. Partiyên hemebr hikumet rexne kirin û jê re gotin, tu berpirs î.
Erdoganê faşîst û şagirtê wî Suleyman Soylu dîsa gef li Kurdan xwarin û soza dagîrkerî, xwîn û mirinê dan. HDP ku li meclisê partiya mezin ya 3. e, bû amanc. Xwestin bi alîkariya ragihandinê û bi kampanya şerê psîkolojîk ji berpirsiyariya xwe birevin, hedefê şaş nîşan bidin û bi wî awayî Kurdan biperçiqînin, partiyê jî bixin rewşeke wisa nikaribe bixebite.
Gotin, milîtan herî zêde li Rojava ne. Çawa ku berê jî her tim dubare dikirin, dîsa gotin, heta ku terorîstek hebe emê şer bikin. Bi vî awayî Rojava jî xistin nava plana xwe. Tişta digotin li pêşberî ragihandinê diyarkirina qirkirinê bû. Jixwe vê eşkere dibêjin. Ji Kurdan natirsin, şerm nakin û nirxên mirovî avêtine keviyekê. Her tişta wan li ser zordariyê ye. Endama NATO ye û artêşeke wan ya mezin heye. Herwiha bi gelek dewletan re itîfaq kirine. Lê Kurd ne di nava itîfaqan de ne, bi serê xwe ne, lê wan bixe heta tu dikarî! Eger ne wisa bûya Erdogan li NY nexşeya ji Efrîn heta Dêrikê nîşan nedida û nedigot, emê Kurdan ji wir derînin Ereban û bermayiyên çeteyan li wir bi cî bikin. Li NY mirovek ranebû negot, di nava erdê gelekî din de tuyê çawa vê plana qirkirinê bikî.
Erdoganê faşîst li Idlibê çeteyên El Nusra ku dinya wan terorîst qebûl dike, diparêze. Bi wan re itîfaqê dike û dagîrkirina erdê Sûriyê didomîne. Li ser erdê Iraqê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. Emerîka û NATO piştgiriyê dikin û çavê xwe jê digirin. Di nava sînorên Tirkiyê de hê jî zimanê bi dehmilyonan Kurdan qedexe ye. Ew bixwe her tim behsa girîngiya ziman dikin û pîrozbayiyan dikin. Lê dema dor tê ser Kurdan, hebûn û naskirina mafê siyasî li aliyekî, mafê wan yê herî xwezayî qedexe dikin. Vê jî li ber çavê dinyayê dike. Bi cesareta ji vê bêdengiyê digirin ne li Tirkiyê tenê, bi dengekî bilind dibêje, ezê Kurdên li Iraq û Sûriyê jî tine bikim.
Nûnerên hikumeta tirkî ya faşîst, dibêjin kî çi dibêje bila bêje, bedelê wê çi dibe bila bibe, emê nehêlin li Sûriyê Kurd statûyekê bi dest bixin. Evqas harbûn, evqas nijadperestî, evqas dijminî enceq di serê faşîstan de hebe. Her sal bi sedhezaran ciwanên Kurd ji xwe re dike leşker, li dibistanên xwe dide xwendin, bi karmendî dixebitîne, keda wan dixwe, sererd û binerdê wan talan dike. Bi van tê nabe, dixwaze canê wan jî bistîne.
Ser çil salî re ye gelê Kurd li ber xwe dide. Niha Rojhilata Navî, bi taybetî li Sûriyê Ereb, Asûrî-Suryanî vê dagîrkeî û zordariyê red dikin. Eger gel li ber xwe bidin wê dawiya faşîzmê were. Aqûbeta yên weke Hîtler û Mussolînî, yên pişt wan re û ya Sedam li holê ye.






