Ahmet Aktaş
Hewldanên AKP’ê yên vê dema dawî, hemû ji bo hilbijartina pêşwext e. Bê gûman di hevsengiya siyaseta Tirikiyeyê de HDP bûye kilît. Bi gotinek din, qedera desthilatiya AKP’ê, di kesayateya HDP’ê de, ketiye destê Kurdistaniyan. Ji mînaka hilbijartinên 7 ê Hezîrana 2015’an tirsiyan e, hinek mafdar in jî, lewra HDP’ê di vê hilbijartinê de ew ji desthilatiyê xist.
Li goreyî mejiyê R.Erdogan, vê carê ne bi tenê reveberên HDP’ê bixin zîndanê, belê HDP’ê bi xwe jî weke partî, hemû tabela û xaniyên wê dorpêç bikin- negrin, zîndanî bikin- ew ê karibe di hilbijartinê de bi serkeve.
Hilbet piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê, çawa provakasyon û komkujî lidarxistin; li Serêkaniyê, li Pirsûsê, li Enqerê û hwd.û çûn hilbijartina 1’ê Mijdarê, heman siyaseta qirêj, ew ê hîn girantir bidin xebitandin. Eger di van hewldanên qirker de xwe serkeftî bibînin, hema herî nêz ew ê biçin hilbijartinek pêşwext.
Di êrîşa ser GARÊ de jî, yek ji armanca wî ya sereke ev bû. Ji ber ku di hilbijartine asayî ya 2023 de nikare bibe berendamê serokatiyê, zagon ji bo cara sisiya rê nadê. Lewma bi lezgînî ketiye pey serkeftinek nêz. Eger şerd û mercên hundur û derve, rê û destûrê bide wî, qed teqsîr nake ji bo her êrîşkariyê qîrkirinê. Ji bo temenê desthilatiya xwe dirêj bike, çavê xwe li her rûmetê mirovahiyê digre û weke dîhn û haran dikare êrîşî her tiştî bike.
Lê divê mirov bîne bîra wî-wan, dikarin bi hezaran rêvber û endamên din jî yên HDP’ê û dilsozên Tevgêra Azadiyê bigrin bixin zîndanan, ji xwe bi deh hezaran nuha girtî hene û dikarin HDP’ê jî weke partî bixin zîndanê, bes nikarin wê bîr û bawerî û hişmendî, wê felsefeya wî fîlozofê ku wan xistiye zîndana Imraliyê, ji dil û mejiyê kesî derxin û bixin zîndanê. Hîn zîndanek wisa li ser rûyê cîhanê nehatiye dîtin!
Li goreyî R.Erdogan û şefên wî yên cîhanî, eger Rêberê wê bixin zîndanê, êdî ev tevgêr bê serî dimîne û ev doz dimre!
Na xêr wisa nebû û nabe jî. Ew bîrdozî; bû hişmendî û bû îrade, di dil û mejî û ruhê gel û civakê de cihê xwe qayim kir. Li pey wê bû partî û rêxistin û sazî û dezgehên pir reng; bû muxtar, bû şaredar, bû parlementer û bû şoreş û hîn jî dewam dike û pêşî nikare lê were birîn!
Jiber ku pir şax veda û belav bû. Ne li çar parçeyên Kurdistanê; li Qendîl, li Garê, li Şingalê, li Mexmûr, li Rojava û hwd.tenê rawestiya, çû qada cîhanê.
Êdî planên nuh ên di çarçova salvegerên 15’ê Sibatan, 9’ê Cotmehan nema bi kêr tên. Ji ber ku êdî gel û Tevgêra Azadiyê bi hemû fêlbazîyên we yên gemar hesiyane û pûç dikin. Êdî salvegerên van rojên reş, ew ê veguhezên rojên tolhildanê û rojên geş û xweş.






