Dogm, ango dogmatîk, qalib, yek nêrîn, yek reng, tek hizirandinek. Gelek ji kesan wateya vê têgînê nizanin. Gelo tenê wek têgînekî grametîke û pê behsa mijarin teorî dikin; lê di jiyana me ya rojane de derbasdar e. eceba kesayet û civakên rû bi rûyî dogmatîkbûyînê çi bi serê wan tê û dikevin çi rewşê?!!
Dogmatîk, ew e kesê ku tu nêrîn û pêşniyarên derveyî xwe napejirîne. Ji ber wê ew kes dogmatîk e, ango, mêjiyê wî ji her cure nîqaşan re kilît û zingargirtî ye. ev kesên hanê ku di nava xwe de tenê bi xwe razî ne; lê ger mirov qafê wan vebike jê kifnikîtir nîne. Ji çarçeveya xwe ya teng dernakevê û ne di jiiyana xwe û ne jî di pratîka wî de gotina afrînerî lê nayê kirin, tersî wê paşverûtî lê dikeve.
Welhasil; ji bo avakirina welatekî pêwîstî bi hemû kesên jîr û mêjî vekirî heye. Ji her demê zêdetir û bi taybet di van kêlî û demên me yên dîrokî de, pêwîste em êdî li hember rewşa ku di nava civaka me de belav dibe rawestin. Ev rewş jî bê goman dogmatîkbûyîne. Bi wê re jî biçûkbûna mêjî û qelsbûna hizirandina mirovan bi pêş dikeve. Ji ber wê, eger niha gazin tê kirin, ka çima saziyên me, kesayetên me bi pêşnakevin, pêşeng ji bo pêşeroja vî welatî nayên afirandin, helbet. Ji ber rêjeyek mezin rêvebirên saziyan bi nexweşiya dogmatîkbûnê rû bi rû mane û ew kitleyekî herî mezin ji vê civakê perwerde û birêve dibin. Lewra li gorî mêjî û rêbazên wan yên wek dogman (keviran) civakê jî bi xwe re dike qalibekî û rê li ber pêşketin, her wiha guhertin û veguhertinekî posîtîv digire. Pirê caran mirov dibîne şagirtekî refê lîse ye, du gotinan nizana bike hevok û binvîse. Şagirtekî di znîngehê de jî nizana bê navên bajar û gundên weletê xwe ji ku hatine, dîroka dev jê berde welat ya malbatê xwe nizane.
Tenê bi xistina dogmatîkê de rojevê de, parçeyekî gelek biçûk ji mijarekî gelek berfireh û xteriya wê li ser civakê heye derbas dibe. lê; yek ji sedemên sereke yên qlesbûna mêjî û tengbûna hizirandina zanistî dogmatîkbûyîne. Ji xwe ya herî zêde jî ev têgîn bi pêşxistin olên tewhîdî bûn, van olan bi rêjeyek gelek mezin bandor li ser civakê kirin. Niha jî di sedsala me de, teknolojî bandorek ji dogmatîkbûnê kampaxtir kiriye û mirov kiriye robot.
Sîpan CAN