Sîpan Şînda
Gelek caran di vê quncikê de qala strana Kurdî û cureyên wê tête kirin. Lê belê mirov her çend li ser strana Kurdî û dewlemendiya wê bisekine û binivîse ji, dîsa ji mirov dibîne ku her hêj gelek tişt hene ku mirov li ser mûzîka Kurdî bêje, binivîse û lêbikole. Jiber wê divê bi taybetî ji hunermendên Kurd bi awayekî hûr, kûr û berfireh û li hemû deverên Kurdistanê li ser mûzîka Kurdî lêkolînan bikin û wan pêşkêşî xwendevanan bikin. Jiber ku welê diyar e hêj gelek cureyên strana Kurdî nehatîne lêkolîn kirin. Cureyek ji strana Kurdî jê Qesîde ye. Qesîde, stranên olî yên bi Kurdî ne. Ev cureyê strana Kurdî ji aliyê mela, sofî û derwêşan ve her tim di nava gel û di mizgeftan de hatine gotin. Her çend di roja me de ev cureyê stranê bero wenda bûnê ve ji diçe, bes bi sedan salan ev cureyê strana Kurdî di nava gel de bi awayekî gelemperî û geş hatiye gotin. Kesên diçûn li ber feqîtiyê di mizgeftan de xwe dielimandin qesîdeyan û digotin. Herweha ew kesên sofîtî ji dikirin dîsa ji cemaet û şêxên xwe re qesîde gotine. Ne di bîraya min de, lê belê mezin carê behs dikin û dibêjin derwêş bi erbanên xwe ve diçûn diyar diyar digeriyan û qesîde digotin. Herweha dîsa mezinan gelek caran ji min re behs kirine ku dema şêx diçûn îrşadê (rêya rast nîşan kirin), derwêş û sofî ji pêre diçûn, gund û gund, bajar bi bajar di geran, li erbanê didan û qesîde digotin. Ew qesîdeyên ku wan derwêş û sofiyan digotin ji li ser Pêxember û şêxên terîqatan û mezinên olî hatine nivîsandin û gotin. Herweha ev cureyê stranê di heyîva remezanê de di nava civaka misilman de gelek geş û gurr bûye. Di heyîva remezanê de li gelek kûçke û civatan de hetanî demê paşîvê mela, sofî û derwêşan li erbanê dane û bere ji qesîde gotine û vê kevneşopiyê bi sedan salan dewam kiriye. Her çend di roja me de qesîde di nava gel de hema bêje mirî ye ji, lê belê li nav terîqatan de hê ji qesîde têne gotin.
Me got qesîde bi pirranî li ser Pêxember û şêxên terîqatan û mezinên olî hatine gotin û naveroka qesîdan jî ji pesin û methê wan pêk tên. Qesîde bi meqamên nerm têne gotin û carna dengê qesîdebêjî bilind dibe û dengê erbana wî gurr dibe, carna ji dengê erbanê sist dibe û pêlên dengê qesîdebêjî nerm dibe. Ev ji li gorî qeîdeyên qesîdê ye. Ya rast mirov dikare bêje qesîdeyên li ser jiyana Pêxember û şêxên terîqatan hatine gotin pitirê xwe di nava sofî û derwêşan de belav in û ji aliyê wan ve hatine gotin. Lê belê li mizgeftên Kurdistanê de, mirov dikare bêje pitirê xwe helbestên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran ji aliyê melan ve weke qesîde hatine gotin. Lê dema mirov berê xwe didiyê pirrê mela pitirê xwe girîngî dane helbestên Melayê Cizîrî û ew helbest bi meqamê qesîdan gotine. Jiber vê yekê ji pirrên helbestên Melayê Cizîrî bi meqamê qesîdan hatine tomar kirin. Yek ji van ji helbesta wî ya bi navê Hê Di Ber Qalûbelayê ye.
Hê di ber qalûbelayê belko ev `alem nebû
Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû
`Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husnê heq bû istiwayê lami`a `işqê hebû
Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel
`Aşiq û me`şûq-i yek bûn şem` û hem perwane bû
Ê, ew Nîşanî ye û ne tenê di helbesta Kurdî de, herweha di nav hemû cîhanê de ew şahê helbesta klasîk e.






