Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Mihemed El-Mişel li goristana şehîd Delîl Saroxan spartin axê.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan kom bûn û cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Mihemed El-Mişel veşartin. Endamê Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd Mihemed El-Mişel 13`ê Sibatê di encama qezayekê de şehîd bû.
Di merasimê de piştî rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Lezgîn Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Lezgîn Elî diyar kir ku Hêzên Parastina Gel (HPG) li herêma Garê ya başûrê Kurdistanê li dijî artêşa tirkî ya dagîrker serkeftin pêk anî û bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan gelê Kurda gelek serkeftin bi dest xistine. Yek ji wan serkeftinan ya li çiyayê Garê ye.
Dûv re Hevserokê Desteya Oldarên Misilman ya Herêma Cizîrê Mele Mihemed Xerzî axivî û got, gelên herêmê li dijî êrişên artêşa tirkî ya dagîrker yekîtiya xwe çêkirin û banga xurtkirina têkoşînê li dijî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker kir.
Di dawiya merasimê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd di nava sloganên “Şehîd namirin” de hat veşartin.
ANHA






