Rûsya, Tirkiye û Îranê careke din di rêzecivînên Astana de li ser dijberiya mafên rewa yên gelê Kurd yê li Sûriyê li hev kirin.
Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniya bidawîbûna civîna Astana ya li Rûsya hatî lidarxistin dan. Nûnerên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta tirkî di wê civînê de amade bûn.
Nûnerê taybet yê serokê Rûsya yê têkildarî kar û barê Sûriyê Alexander Lavrentiev daxuyanî xwend. Her sê aliyên peymanan bi gotina “Em di têkoşîna li dijî planên parçebûnê yên li paş çemê Firatê (mebest herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye) ku yekîtiya Sûriyê qels dike de, hemfikir in”, careke din li ser dijberiya gelê Kurd û gelên nakur û rojihlatê Sûriyê li hev kirin.
Her sê welatên navborî her tim gelê Kurd bi hewldana parçebûnê sûcdar dikin, ku rayedarên gelê Kurd her tim behsa yekîtiya xaka Sûriyê dikin û hewl didin yekîtiya xak û gelê Sûriyê biparêzin. Lê dewleta tirkî ya dagîrker parçeyên mezin ji xaka Sûriyê dagîr kirine û li wir ziman, al û pereyên xwe dide biaranîn.
Emerîka vexwendinnameya Rûsya ji bo beşdariya civînê red kiribû.
ANHA






