Meclisa Malbatên Şehîdan ya Helebê berxwedana Helebê bîr anî û diyar kir ku êrişên li dijî Şêxmeqsûd bi armanca têkbirina berxwedana gel û destkeftiyên wî bûn.
Meclisê bi daxuyaniyekê sehîdên berxwedana Şêxmeqsûd yên li dijî hêzên faşîst şehîd bûyîn, bîr anîn.
16`ê Sibatê salvegera 5`an ya êrişa çeteyên dewleta tirkî ya li dijî taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê ye.
Bi vê pêmanê Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da. Endamên rêveber yên meclisê Rûşîn Musa û Zekiye Mistefa daxuyanî li qada Şehîdan ya li beşa rojavayê taxê xwendin. Bi dehan şêniyên taxê tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de meclisê got, zêdetirî 24 komên çeteyan bi desteka dewleta tirkî ya dagîrker bi tevayiya cureyên çekan û heta yên kîmyayî êrişî taxa Şêxmeqsûd ya ewle kirin.”
Meclisê di dauxyaniya xwe de serkeftina dîrokî ya li Garê ya li hemberî dewleta tirkî ya êrişker pîroz kir û got, ev serkeftin berhema berxwedana li her çar parçeyên Kurdistanê ye.”
Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de soza şopandina riya şehîdên azadiyê heta pêkanîna armancên wan ji bo avakirina welatekî azad, demokratîk û pirrengî da.
ANHA






