Idrîs HENAN
Di demekê de ku agirbest û hewldanên aşîtiyê di dewrê de bûn, taybet piştî agirbesta 1 Cotmeha 2006’an ku ji aliyê HPG ve hatibû ragihandin, dîplomasiya şer a hikûmeta faşîst a AKP li welatên YE û DYA digeriya ku amadekariya xiyaneteke dîtir a li dijî vîna Kurd dikir. Heya 1 Kanûna 2007’an, li gorî bîlancoyên HPG, di nava 14 mehan de artêşa tirk 579 operasyon û li hemberî Herêmên Parastina Medya jî 39 êriş pêk anî bûn.
Di wê navberê de AKP û serokê DYA yê sala 2007’an Bush li hev civiyabûn û PKK weke dijminê hevpar ragihandibûn. Nîşaneyên gera dîplomasiya şer a AKP û daxuyaniyên DYA diyar dikirin ku lihevkirinek nû li ser Tevgera Azadiyê û tevahî Rojhilata Navîn heye. Ew lihevkirin bi êrişên ser Zapê yên 21 Sibata 2008’an ku Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî bû, tacîdar bû. Armanca wan êrişan ew bû ku bikaribin di demeke kurt de Biryargeha Navendî ya HPG dorpêç bikin.
Fermandarê HPG Dr. Bahoz Erdal wê çaxê wisan êrişên faşîzma tirk rave kirin: “Di bin bombebaranê de artêşa tirk ji sê aliyan ve dest bi operasyonê kir. Aliyê yekemîn ji aliyê Colemêrgê tabûra Serê Sêvê dest bi tevgerê kir. Armanca wê ew bû ku herêma Çiyayê Reş desteser bike. Li ser vê derê aliyê rojavayê Zapê dorpêç bike. Aliyê duyemîn ji ser Qereqola Êrîşê girê Herekolê û ji wir jî Şkefta Birîndaran desteser bike û li wir bi cih bibe. Aliyê sêyemîn dîsa ji ser Qereqola Êrîşê xeta Bircela, Cîlayo biçûk û Şamkê têxe destê xwe û ji wir têkeve herêmên Çemço û Sîdayê. Armanca vê aliyê operasyonê ew e ku Biryargehê rasterast dorpêç bike”.
Sal derbas dibin û ji nû ve heman faşîst heman meha salê ji bo heman armancan hildibijêre. Lê îcar berê wî Garê bû. Li wir jî çîroka çarenûsa wî ya dişibî çarenûsa Zapê dubare bû û heman derba li Zapê xwariye li Garê jî xwar û pişt lê hate şikandin. Her çendî dewleta faşîst a AKP-MHP xwestiye têkçûna xwe binixumîne, lê şert û mercên îroyîn rê nedan ku binkeftina xwe ya çar rojî veşêre. Ji lew re xwestin vê binkeftinê di aliyê mirovî de bi kar bînin û komkujiya ku li dijî ‘hemwelatiyên’ xwe yên dîl pêk anîne biçewsînin. Heman tektîka li Zapê lê bi armancên cuda li Garê pêk anîn û hovîtiya xwe dubare kirin.
Heya ku amadehiyên xwe temam dikirin, wezîrê xwe yê parastinê şandinbûn Bexda û Hewlêrê û xwestin bi rêbaza ku li Sûriyê dane meşandin li Garê jî bidin meşandin. Çawa ku bi çeteyên DAIŞ û El Nûsre li Sûriyê û Rojava êrişan pêk tînin, li Garê jî, taybet piştî danûstandina bi PDK re, hêzên taybet ên ‘Gulan’ û ‘Roj’ li dora Herêmên Parastina Medya bi cih kirin. Çend roj berê jî, çeteyê mezin Erdogan “mizgîniyên” 10 Sibatê dida û digot; em ê şevekê ji nişkê ve werin! Lê her hal hesabên Erdogan ên meha Sibatê hev û din nagirin. Rast e; dema hatiye şev bû. Lê dema hatiye qewirandin û vekişyaye jî şev bû. Lê ew mesela ji nişkê ve, reva di tariyê de bû. Ji lew re weke ku Tevgera Azadiyê xuya kiriye; “Şevekê ji nişkê ve vekişiyan” lê hat. Piştî 4 rojên berxwedana dîrokî ya Gerîlayên azadiyê xeyalên faşîst Erdogan ên li Garê fena yên Zapê bi bin ketin. Lê ferqa îro û duh ew e ku; îcar ti aliyekî rê neda ku prestîja AKP-MHP ya hatiye xwarê binixumîne û ti kesekî baweriya xwe bi derewên wan neanî. Daxuyanî û reaksyonên rayedarên hikûmeta şer a AkP-MHP yên piştî têkçûna dîrokî wê yekê baş rave dikin ku hewce nake mirov serê xwe pê biêşîne.






