Mihemed ŞAHÎN
Ji serhildana Mîr Evdrehmanê Babanî ya 1806’an vir ve 215 sale kurd ji bo parastina hebûna xwe welatê xwe û nasnameya xwe bê navber li dijî desthilatên tirk li ber xwe didin.
Di vê pêvajoya 2015 salan de civaka kurd herî kêm 68-70 carî serî hildaye. Di encama hemû serhildanan de bi qirkirinên mezinên bêpîvan û hovane re rûbirû maye. Ev qirkirinên ku her carî di dilê civaka kurd de bûne sedema êş û azarên mezin ji bo civaka tirk bûne sedema mizgîniya şadî û bextewariyê.
Çiqasî xwîna kurdan zêde herikî be, çiqasî di komkujiyê de hêjmareke zêde kurd hatibin kuştin, çiqasî rê û rêbazên herî bêwijdan û bêexlaq hatibin bikaranîn, çiqasî trajediyên herî mezin bi kurdan dabin jiyîn, çiqasî birînên kûr û bêderman di kûrahiya dilê kurdan de hatibin vekirin ewqasî şadî û bextewariya wan zêde bûye. Komkujiyên Dêrsim, Amed, Agirî, Newala Zîlanê, Newala Qeseba, 33 Gule, Roboskî, Sûr, Nisêbîn, jêrzemînên Cizîrê û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji vana tenê çend mînakin.
Lê yê ku her carî mizgîniya şadî û bextewariyê bi desthilatên tirk daye jiyîn ne mêrxasî û lêhengiya şervanên tirk û ne lewazî û neçariya şervanên kurd bûye. Di qada şer de yên ku bi mêrxasî û lêhengiya xwe her carî destan nivîsîne û şervanên tirk perîşan û wêran kirine şervanên kurd bûne. Lê mixabin di encam de yên ku her carî bi qirkirinan re rûbirû mane dîsa şervan û civaka kurd bûye.
Li gel wêrekî, şerkerî, lêhengî û fedekariyên herî mezin ên bêhempa yên berxwedêrên kurd yê ku her carî rê li komkujiya civaka kurd vekiriye û mizgîniya serkeftinê bi desthilatên tirk daye jiyîn dîsa kurd bi xwe bûne. Xeta xiyaneta kurd bi xwe bûye. Her carî kurd bi destê kurdê xayin têkçûye, kurd bi destê kurdê xayin teslîm hatiye girtin, kurd bi destê kurdê xayin bi qirkirinê re rû bir û maye.
Di 8’ê Sibatê roja Duşemê Erdogan di axaftina xwe ya kongereyên partiya xwe de piştî dayina “Mizgîniya çûna Hêvê” bang li alîgirên xwe û hemû raya giştî dike ku roja Çarşemê yanî di 10 Sibatê de li wî godarî bikin. Dibêje esil mizgîniya mezin ezê li wir eşkere bikim. Her kes ket nava xeyalan, gelo “mizgîniya ji çûna hêvê” mezintir çi ye.
Roja 10’ê Sibatê em bi agahiya operasyona Garê hişyar bûn. Saet di 02:55 de bi bombedûmana 41 balefirên şer, bi tevilbûna bi dehan helîkopterî, bi amûr û teknîka şer a herî pêşketî û bi hezaran hêzên taybet ên herî bijarte yên şer operasyoneke dorfireh û mezin destpêkiribû.
Di nava rojê de wezîrê parastinê Hûlûsî Akar got ev operasyon bi alîkariya dost û şirîkên wan pêk hatiye. Ev agahiya Hulusî Akar nîşan dida ku operasyon di serdana wî ya Bexda û Hewlêrê de hatiye plan kirin. Şirîk û dostên wî jî PDK û hikumeta Bexdayê ne. Ji xwe nexşerêya operasyonê jî agahiyên Akar piştrast dikir. Hêzên tirk bi ser baregeha Başîqa ya li Mûsilê derbasê navçeya Akrê bûbûn û bi ser Akrê re derbasî Garê bûbûn.
Dîsa weke her carî dostê wan xeta îxaneta kurd bû. Dê careke din bi saya xeta îxanetkar a kurd heremeke Kurdistanê bihata dagirkirin, dê careke din kurd bihatina şikandin û bihatina qir kirin û dê polîs û lşkerên dîl ên bi salan di destê gerîladane bihatina rizgarkirin û weke mizgîniya herî mezin ji hêla Erdogan ve bi raya giştî ya Tirkiyê re bihata parvekirin û ji bo desthilata AKP-MHP’ê çîroka serkeftinê bihata nivîsandin û desthilatdariya yek kesî qayimtir bûbûya.
Di serkeftina plansaziya xwe de gelek bi xwe bawer bûn. Lewre Erdogan 2 roj berê de bendewariya mizgîniyê bi gel re çêkirbû. Roj saet li gorî hatina mizgîniyê û axaftina Erdogan hatibûn plankirin. Roja Çarşemê operasyonê bi hemû hêza xwe ya taybet û teknîkî dest pê kir. Lê mizgîniya ku Erdogan li bendê bû nehat. Herêma Garê nehat bidestxistin û dîlên di dest gerîla de nehatin rizgarkirin. Gerîlayên HPG’ê bi berxwedana xwe ya bê hempa hesabên Hûlûsî Akar û dostên wî serûbino kirin, mirad û mexsedê Erdogan di çavên wî de hiştin. Erdogan roja Çarşemê destvala û bi moraleke têkçûyî, bi rûyê xwe yê tirş û tel derket pêşberê raya giştî.
Li gel bikaranîna hemû hêz û derfetên xwe yên bêsînor Hûlûsî Akar û dostên xwe nekarîn agahiya ku Erdogan li bendê bû bidine wî. Çarşem nebû, Pêncşem nebû, În nebû çavên Erdogan di rêda man. Her ku dem dirêj dibû ewqasî dîn û har dibûn. Ewqasî di êrîşên xwe de dijwar û bêpîvan dibûn. 41 balefirên şer û bi dehan helîkopterî 24 saet bênavber herem bombdedûman kirin. Herêm bihust bibhust dan ber bombeyan. Şikeft û kevirekî bêyî bombedûmanê nehiştin.
Di encam de 13 leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên ku bi salane ji hêla gerîla ve dihatin parastin bi destê xwe qetil kirin. Bi qetilkirina wan dîlan sûcekî şerê din a li dijî mirovahiyê li sûcên xwe yên heyî zêde kirin û bi awayeke têkçûyî di roja çaremînde neçar man ji qadê vekişin.






