Li Serê Kaniyê ya dagîrkirî, çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker bi awayekî komî destavêtin jineke Ereb.
Çalakvanan li ser malperên tevna civakî, wêneyê jineke Ereb ya bi navê {R.B} belav kir û piştrast kirin ku endamên beşa istixbaratê ya qaşo Polîsên Leşkerî yên girêdayî hêzên dagîrker yên tirkî li bajarê Serê Kaniyê yê dagîrkirî, dest avêtînê.
Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên qaşo bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî Serê Kaniyê kirin.
Li gorî çalakvanan, Ruqeye ji hêla istixbarata leşkerî ya dewleta tirkî ya dagîrker ve hatiye revandin û çeteyên bi navê Sedûn Qeytûn û Ebdulrezaq El-Mewlûd dest avêtînê.
Çalakvanan bîr xist ku Sedûn Qeytûn ji gundewarê Idlibê û endamê istixbarata “Polîsên Leşkerî” ye. Ebdulrezaq jî ji Dêrezorê ye û endamê beşa erkên taybet ya “polîsên Serê Kaniyê” ye.






