Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Tirbespiyê, 14 şehîdên di meha Sibatê de li herêmên cuda şehîd bûyîn, bîr anîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Tirbespiyê, bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeyê, 14 şehîdên di meha Sibatê de li herêmên cuda şehîd bûyîn, bîr anîn. Navê şehîdên hatîn bîranîn wiha ne: Xebat Xilo, Cemşîd Silêman, Dîrok Sêfo, Riyad Elî, Ebdull Helîm Ehmed, Baz Îbrahîm, Mamoste Henan, Botan Tehlo, Mûfîd Ehmed, Hemûd Xelef, Dilo Tirbespiyê, Iskender Hacî, Hozan Silêman û Mihemed El-Hebîb.
Di merasimê de piştî rêzgirtinê malbatên şehîdan find pê xistin û derbarê şehîdan û gotinên rêber Abdullah Ocalan de sînevizyonek hat pêşkêşkirin.
Di merasimê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Cizîrê, Hesen Ibêd bal kişand ser fedakariya şehîdan ya ji bo gihîştina azadiyê.
Herwiha helbestvan Cemal Hisên helbesteke Cegerxwîn ya derbarê şehîdan de pêşkêş kir.
Di dawiya merasimê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.






