Bi merasimeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Elî (Ebû Elî) li goristana Şehîd Îsamîl ya li Amûdê hat veşartin.
Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Elî (Ebû Elî) ku 10’ê Sibatê li Minbicê şehîd bûbû, bi merasimekî spartin axê.
Welatiyan cenazeyê şehîd ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Amûdê girtin û bi piya ber bi goristana Şehîd Îsamîl ve çûn.
Di merasima li goristanê de ji fermandarên QSD’ê Rojava Mihemed axivî û got, em îro lehengekî din ji lehengên QSD’ê dispêrin axê. Şehîd Mihemed ji bo welatê xwe têkoşiya, soz da hevalên xwe û heta şehadetê li ser soza xwe bû.”
Berdevkê fermî yê Lîwa Şemal El- Demokratîk Mihemed Hebîb jî di axaftina xwe de soza şopandina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê û derxistina dagîrkeran ji xaka Sûriyê da.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd di nava durişman de hat veşartin.






