QSD`ê bi du operasyonên ewlekariyê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê de 9 çete girtin.
Navenda Çapemeniyê ya Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan tevî hêzên Koalisyona Navneteweyî 10 û 11`ê Sibatê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê, du operasyonên ewlekariyê li dar xistine.
Li gorî navendê, di operasyona 10`ê Sibatê de 8 çete hatine girtin û di operasyona 11`ê Sibatê de jî çeteyek hatiye girtin.
Navendê da zanîn ku di her du operasyonan de miqdareke çek, cebilxane û cîhazên pêwendiyê hatine desteserkirin.






