Li ser riya gundê Xezîne yê li başûrê kantona Kobanê cenazeyê ciwanekî ku bi guleyan hatiye kuştin, hat dîtin. Sedema bûyerê heta niha nehatiye zanîn
Roja Şemiyê cenazeyê ciwanê bi navê Fewaz Kehîl Cuma (24) li ser riya gundê wî kuştî hat dîtin.
Hêzên Ewlekarîya Hundir, bi lez çûn cihê bûyerê û rê girtin. Heta niha detayên bûyerê nehatine zanîn û Hêzên Ewlekariya Hundir lêpirsînê didomîne.






