Farûk SAKIK
Di pêvajoya şerê cîhanê yê yekem de rojên zor û zahmet li pêş Komara Tirkiyê bûn. Li navendên Ewrûpa axa wan dihat dabeşkirin, lê ew vedigeriyan êrişî gelên Anatolyayê dikirin. Ketibûn nav hewldanan ku li gorî nasnameya ‘Tirk û Sunnî’ li ser bingeha netew-dewletê komarek ava bikin. Wisa kirin. Li ser vî esasî Ermen, Rûm, Asûr û Siryan tune kirin. Gelê Xirîstiyan jî ji Anatolyayê derxistin. Çerkez, Ereb û Laz ên Misilman jî di nav nasnameya Tirkbûnê de helandin. Anîn wê astê ku ev gel nikarin ji bo xwe tiştekî bixwazin.
Lê ji bo Kurdan li benda dawiya şer sekinîn. Şer bi dawî bû, vegeriyan êrişî Kurdan kirin. Dixwestin Kurdan jî tune bikin û bigihîjin armanca xwe ya nîjadperest.
Serhiladanên Kurdan hebûn, lê bi komkujiyên mezin û hovane bersiv dan van serhildanan. Bi Şêx Saîd re komploya li dijî Kurdan destpêkir û bi vî awayî jî pêvajoya şerê yekem bi encam bû.
Heta dema şerê cîhanê yê duyem li Kurdistanê bêdengî hebû. Dewleta Tirk a dagirker li gorî xwe siyasetek şer di meşand. Di pêvajoya şer de, li Rojhelat “Komara Kurdistan” hatibû avakirin. Komploya navnetewî ket dewrê û bi tenê destûra 11 mehan dan vê komarê. Piştî şer, berjewendiyên dewletan bi peymanan dihatin mîsogerkirin û parastin. Lê Kurdistan jî dikirin qûrbana van peymanan.
Dema ku şerê cîhanê yê sêyem destpêkir wan dewletên dagirker dîtin ku wê wisa bi hêsan nebe. Dîtin bi navê PKK’ê tevgerek û bi navê Abdullah Ocalan rêberek wan heye. Li benda dawiya şer nesekinîn û di destpêka şer de, wan jî komplo dan destpêkirin. Heta 9’ê Cotmeha 1998’an ku Ocalan ji Rojhilata Navîn derkeve, gelek hewldanên wan û amadekariyên wan hebûn. Piştî ku rêber Apo dîl hatin girtin û radestî dewleta Tirk kirin, digotin êdî li cîhê me şer dayî seknandin em dikarin careke din bidin destpêkirin.
Di 2003’yan de hatin Iraqê-Rojhilata Navîn, PKK jî li rojhilata navîn bû. Bi derengî ketibûn. Dema ku careke din şer destpêkir, fikir û ramanên Ocalan li ser wê axê êdî belav bûbû.
Her çiqas, Ocalan dîl hatibû girtin jî, di şertên tecrîdê de, bi nexşeriyên xwe di vî şerî de eniyên berxwedanê vedikir. Xwestin, rê li pêşiya vê yekê bigirin û li Osla, Bruksel û Cenewrê, ketin du leyîstikên nû. Dîsa jî bi serneketin.
Dema 2011’an şerê cîhanê yê sêyem destpêkir, bi navê “Bihara Gelan” derbasî merhaleyek nû bûn, li aliyek jî amadekariya şerê Sûrî dikirin. Dixwestin di vî şerê Sûrî de Kurdan tune bikin. Kurdan bi şoreşa Rojava bersiv dan. Bi navê DAÎŞ rêxistinek avakirin û veguhastin Kurdistan. Şervanên ku li ser singê wan rozetên Ocalan hebûn, ew çeteyên hov ji ser wê xakê paqijkirin.
Dewletên Komploger û dewleta Tirk bi hêrs bûn. Di 2015’an de li Bakûrê Kurdistan şer dane destpêkirin û li Rojava jî bi destûr û hevkariya dewletên komploger, dest bi êrîşan kirin. Efrîn, Grê-Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin.
Di Sibata 2021’an de dewleta Tirk ji dewletên komploger dixwest, li Başûrê Kurdistan, li Garê jî, wek Efrînê û Serêkaniyê êrişên dagirkeriyê pêk bîne. Destûr danê. Lê li vê derê gerîllayên ku soz dane Rêber Apo li hemberî wan bûn mertal. Şer gihîşt merhaleyeke ku ji bo reva xwe wext nedîtin. Ev destûrên ku dan dewleta Tirk hemû efektên dewamkirina komployê bûn.
Lê dîsa jî bi derengî ketibûn. Ev car jî fikir û ramanên Ocalan, ji sînorê Rojhilata Navîn derbas kir û li cîhanê belav bûbû.
Îroj li her deverê cîhanê ji bo azadiya Ocalan têkoşînek tê dayîn. Êdî li welatên komplogeran, gel li ber deriyên avahiyên parlementoyê wan, bi yek dengî diqîrin û dibêjin; “Dem dema azadiya Ocalan e!”






