Ahmet AKTAŞ
PDK, bi zanebûn, di vê dema dawî de, dibêje,”PKK, îradeya me ya Başûr qebûl nake”!
Bi vêna jî ranaweste, dibêje “sedemên destdirêjî û dagirkeriya Rojava û Başûr ên dewleta tirka, PKK ye” û hwd.van gotinên ne rast, bi bêbextî û bi bê ûjdanî, di raya giştî de belav dike.
Her wiha li pey wan, hinek kurtêlxwirên Bakur û Rojava jî heman propagandayan belav dikin.
Hema yekser divê mirov bêje, yên vê fermanê, vî aqilî dide wan û bi kurtayî vê proje û plana malxerab li ser wan ferz dike dewlêta mêtinger a AKP-MHP’ê ye.
Ji kuderê mirov zane ku ev siyaseta dewleta tirka ye? Yek; heta nuha ti rêveber an berdevkên PKK’ê negotine ku “em îradeya Gelê Başûr qebûl nakin”, berovajî, her gotine “em ne bi tenê qebulkirin, em dixwazin bi serokatiya Mesûd Berzanî (ku ev daxwaz ya Rêber APO bû û li pey wî Mam Celal jî heman daxwaz kiribû), KONGREYA NETEWIYA KURDISTAN ava bikin”. Weke tê zanîn, li ser vêna hinek gavên hêja jî hatin avêtin. Lê mixabin ji aliyê dewleta tirka ve hete rawestandin!
Dudu; heman zimanî, dewleta tirka jî bikartîne: “Em li dijî PKK’ê ne, ne li dijî Kurda ne. Em ji bo PKK êrîşî Başûr û Rojava dikin” û hwd.
Pir aşkere û zelal xwuya dibe ku yên “îradeya gelê kurd nasnake, qebûl nake” ne PKK ye, belê di serî de dewleta dagirker û qirker a R.Erdogan e. Ma çima ewqas zû tê jibirkirin an didin jibîrkirin? Ma yê bi deh caran digot “me şaşiya li Başûr kir (ku me ew Rêveberiya naskir), em nema li Rojava an li cihekî din dikin”, ne heman R.Erdagan bû? Ma yê berî herkesî li dijî Referanduma 2017’an a Başûr derket ne ew bû? Yê ku li dijî “yekrêziya PYNK û ENKS’ê” derket dîsa ne ew bûn?
Yê duda jî, ji ber ku heman siyaset û fermana R.T.Erdogan dide meşandin, yekser PDK ye! Ewqas baregehên leşkerî û îstîxbaratî li Başûr ava kirine, ewqas bombaran û topbaran li ser gel dike, dikuje û wêran dike, ma yek gotinek dijberî wan goti ye? Ka em bala xwe bidin Rojava; heman xerabkarî, heta hîn zêdetir; êdî dagirkerî pêkaniye, ma li dijî van kiryarên dewleta faşist a R.Erdogan tiştekî dibêje? Erê, dibêje “gunehkarê wira jî PKK’ye”!
Li gel van hemû nerastiyan û bêbextiyan, careke din û bi dengê bilind, Hevserekê KCK’ê C.Bayik, ev bêexlaqî û bêûjdanî raxistin ber çavan û got “na xêr, ne rast e ku em îradeya Başûr qebûl nakin, em qebûl dikin” û hwd. Belê ji PDK’ê xwest ku ew jî xwe ji bin hevkarî û koletiya dewleta tirka rizgar bike û ji bo Yekîtiya Netewî bi hev ra em kar bikin û hwd.
Ma gelo qebûlkirina hebûna dewleta dagirker li welatê xwe rewa ye, ya jî hebûna hêzêk Kurdistanî li welat rewa ye?
Hêvîdar im ku rastî hatibe zanîn!






