Zekî BEDRAN
Dewleta tirkî tevgera xwe ya tinekirinê li ser gelê Kurd didomîne. 15ê Sibata 1999an rêber Apo bi komployeke navneteweyî dabûn Tirkiyê. Di ser vê komployê re 22 sal borîn. Îmralî ji dinyayê re girtin û ji bo bigihin armanca xwe serî li her hîleyê dan. Di salên dawiyê de jî hewldanên xwe yên tesfiyeyê didomîne. 9ê Cotmehê rêber Apo ji Sûriyê derketibû. Di salvegera komployê de 9ê Cotmeha 2019an êrişî Serê Kaniyê û Girê Spî kirin. Niha jî di salvegera komployê de nîvê Sibatê êrişî Garê kirin.
Dewleta tirkî li bakurê Kurdistanê ji bo şkandina berxwedanê û tevizandina gel tişta nekirî nemaye. Desthilatdariya herî faşîst ya dîroka xwe ava kirin. Li hemberî Rojava û Başûr digel êrişkarî, dagîrkerî û komkujiyan tişta dixwestin bi dest nexistin. Giraniya xwe dan istixbaratê û êrişên hewayî. Rêbazên şerê taybet heta dawiyê bi kar anî. Bi taybetî xwestin pêşengên tevgerê tine bikin. Digel her tiştî berxwedana tevgerê dewam kir û gelê Kurd teslîm nebû.
PKK û gerîla di şkestina DAIŞê de roleke dîrokî lîstin. Lê dewleta tirkî bi DAIŞê re itîfaq kir. Niha jî ev çeteyên biçek, bermayiyên DAIŞê û El Nusra li dora xwe kom kirine û ji bo armanca xwe bi kar tîne. Dema hêzên kurdî yên berxwedanê li Sûriye û Iraqê li hemberî DAIŞê şer dikirin, Emerîka û Ewropa ji rewşê memnûn bûn. Leşkerên xwe rênedikirin qada şer. Piştî şkestina DAIŞê, yên DAIŞ şkandîn bi destê dagîrkerên tirk yên faşîst û çeteyên wan dide kuştin. Li hemberî dagîrkirina Efrîn û Serê Kaniyê bêdeng man, destek dan. Ciyê leşkerên tirk ketînê Kurd ji wan deveran derxistin. Qirkirin û sûcên şer kirin.
Kurd li ber xwe dide û bedelan dide. Di heman demê de xwe bi rêxistin kiriye û zana bûye. Êdî ji polîtîkayê, lîstikên dibin û bazarkirinê agahdar in. Bê piştgiriya Emerîka û NATO Tirkiye nikara van êrişan bike. Dagîrkerên Tirkan êrişî Garê kirine, ti kesî êrişî wan nekiriye. Herwisa hiqûqa dewletan binpê kiriye û ketiye erdê dewleteke din. Ji bo kuştin û tinekirinê ket wir. Dema di şer de leşkerên Tirk dimirin Emerîka diyar dike ku piştgiriya hevalbenda xwe dike û sersaxiyê dixwaze.
Ya neheq û êrişkar artêşa tirkî ye. Di van êrişan de windayiyên Kurdan jî çêbûne. Emerîka ji bo Kurdan sersaxiyê naxwaze. Eger Emerîka û NATO li hemberî van êrişan rawestin û ji bo aştyê navcîtiyê bikin wê pêşiya xwînê bê girtin. Eger Emerîka û Ewropa li dijî şer bin Tirkiye nikare êrişa bike. PDK û hêzên kurdî yên din jî dikarin mesafeyê bixin navbera xwe û dagîrkerên Tirkan. Hem wê nakokiyên nava Kurdan zêde nebin, hem pêşiya windayiyan bê girtin.
Dewleta tirkî ji bo perçiqandina Kurdan dixebite ku ciyên wan yên stratejîk parçe parçe dagîrk bike û wan tesfiye bike. Tirkiye sînorê xwe û Iraqû bi kalekolan asê kiriye. Sînorê Rojava dîwar kiriye. Li sînorê Îranê jî heman tiştî dike. Digel van dixwaze herêmên gerîla yên li Başûr jî parçe parçe daqurtîne. Eger desteka Emerîka û tevlîbûna PDKê bi rengekî tinebe Tirkiye nikare wiha tev bigere.
Dewleta tirkî û hevalbendên wê dihizirîn ku bi komploya 15ê Sibatê û girtina rêber Apo li zindanê wê PKK ji hev belav bibe û gelê Kurd jî bêrêber û bêçare bimîne. Lê hêviya wan pêk nehat. Rêbertî testiye nebû. Niha bi heman armancê piştî 22 salan di salvegera vê dîlgirtinê de dixebitin Garê dagîr bikin.
Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Kurd, yan wê vê siyaseta qirkirin û êrişên tinekirinê bisekinînin, yan wê bandora faşîzma tirkî li Kurdistanê pirtir bibe. Ciyê dewleta tirkî lê bibandor be mafê jiyanê nade Kurdan. Hebûn, destkeftî û statûyên wan nabin. Di serî de civaka Iraqê divê welatên erebî li hemberî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin. Kesên dibêjin, em li dijî dagîrkerî, faşîzm û komkujiyan in, dema wê ye ku bilez bikevin nava tevgerê.






