Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hewldana çeteyên dewleta tirkî ya ketina nuqteyên meclisê hat têkbirin, yek jê serçete bi giştî 5 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî geşedanên leşkerî yên eniyên Minbicê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Îro (Duşem) komek çeteyên Tirkiyê hewl dan bikevin nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê. Şervanên meclisê hewldana çeteyan şopandin û hewldan têk birin. Di şerê di navbera her du aliyan de 5 çete hatin kuştin.
Yek ji kuştiyan, serçete Mustefa Mehmûd Hec Îbrahîm hebû, ku fermandarê Furqeya 1ê ya Tugeya 111’an e.






