Sîpan Şînda
Heçî hişmendiya civakê ye gellekî xurt e û tijeh e. Dema mirov di nava cîvakê de digere, mirov wê hişmendî û kelepûra civakê baştir dibîne. Di nav civakê de gellek mesele, serhatî û serborî hene ku ew weke pirtûkên perwerdehiyê ne; ew kevin nabin û her tim rê nîşanî mirovî didin. Jixwe ev meselên henê ji hema ne jixwedeyî hatine gotin. Pirrên van meseleyan di dîrokê de hatine jiyan kirin. Jiber wê kesên di nava civakê de zana û gehiştî ev mesele vegotine û bûne hişmendiya civakî. Gellek caran ev meselên henê li ser qewîimna bûyeran di civatan de ev meselên henê têne gotin. Yek ji van meseleyan ji mesela sê ga û gurî ye. Dibêjin sê ga hebûn ji xwe re di mêrgekê de dijîn. Her sê ga ji têr û tijeh bûn. Ew herêm bi mêrgê veji wan re mabû. Dibêjin rojekê gurek ser wan ve dibe. Lê ew dibîne ku ga pirr xurtin û wî newêra xwe li wan hersê ga bide. Ewî rabî jixwe re planek çêkir û got heke ez van ji hev neqetînim ezê nekaribim tiştekî ji wan bikim. Rabû çû li cem du ga û ji wan re got: Mala hewe hûn sê ga li ser vê mêrgê diçêrin, ma ewê çawa têra hewe bike. Heke hûn dudû bin li ser vê mêrgê, hûnê hinde qelew bibin, hinde qelew bibin, hûnê har bin. Werin hûn her du dengê xwe nekin û ezê vî ga yê henê bixwim û bila mêrg hemû bimîne ji we herduyan re. Li ser vê gotina gurî ewan her du ga gotin bila û destûr dan ku gur hevalê wan bixwe. Gur got, ezê wî bixwim û hûn ji fekin keyfa xwe. Rabû gurî ew ga kuşt û hevalên wî ji seyrê kirin û keyfa wan hatê. Piştî mide kê gur dîsa hat, wî dît ku her du ga li mêrgê jixwe re diçêrin. Ewî dîsa newêrî xwe li her duyan bide. Ewî dîsa dest bi hîla kir û heman fen û fît li wan kirin. Çû li cem gayekî û ji wî re got heke ev ga yê henê ji ne li vêdê biya û tu bi tenê li ser vê mêrgê biya wê te çi keyfek bikira. Heke tu bi ya min bikî ezê wî ga yî bikujim û bila ev mêrg hemû bimîne ji te re û ez û tu ji bibîn deste birayê hev. Ev tişt li aqilê wî ga yî ket, ewî ji gote gurî bila here wî bixwe. Gurî çû ew ga ji kuşt û xwar. Piştî midek sere çû gurî dîsa hat. Ga gotê tu çawanî deste bira, tu ji kûve tê û tê kûve biçî? Gurî got wele ez hatime te bixwim. Ga gotê çawa tê min bixwî, mane me gotibû em deste birayê hevin. Gurî got wele gidî heta ku hûn sê ga bûn min nediwêrî ez xwe li hewe bidim. Min bi hîle hevalekî we xwar û hewe ji seyra min kir. Hûn man du ga dîsa min newêrî ez xwe li hewe bidim. Min tu ji xapandî û min hevalê te xwar. Niha tu bi tenêyî û bi xwidê ezê te ji bixwim. Eqilê ga yî ji nû ve hate serê wî lê êdî feyde nedikir. Guriyê gewr xwe li nêv polên ga yî da û ew ji li erdê da û xwar.
Belê ji zarokatiya xwe ve min gellek caran guhdarî vê meselê kiriye. Ev ji hema her li ser yekitiya Kurdan tê gotin. Lê mixabin Kurd ji her çi eqilî jê nagirin û tişta hatî serê wan ga, vaye îro neyarên Kurdan tînin serê Kurdan.






