Idrîs HENAN
Piştî têkçûna herdu “lepên bixwîn” li Heftanîn û Xakurkê, dewleta faşîst a Tirkiyê carek din şansê xwe li hemberê hêzên azadiyê li Garê diceribîne. Weke her carê, îro jî hewl dide kirîza xwe ya kûr veguhêze derveyî sînor û li ser lingan bimîne. Îcar jî lepê xwe yê li Heftanîn û Xakurkê pelixiye, davêje cihê ku rûmeta Kurdan parastiye û bi xeyala ku li her dera ala berxwedanê bilind bûye têk bibe êrişî Garê dike.
Tevî ku dewleta faşîst a tirk bi hêza xwe ya leşkerî bi nav û deng e, lê bi berxwedana salan a tevgera azadiyê re, naveroka wê hêzê vala û bê mane derket. Fena leşkerên ji kaxez ên nepixandî tevî teknîka ku guhên mirovahiyê pê kun kiriye, hate şewitandin û herifandin. Ew çîroka ku bi salan weke benîştekê dicût, pûç bû û êdî kesek ku tifê bike jî nîne.
Niha daneyên êriş û encamên berxwedanê kêlî bi kêlî bi raya giştî re têne parvekirin. Êdî derewên faşîzmê yên dayîna daneyan jî kesek jê bawer nake. Ango dema ku bi çend windahiyan li xwe mikur tê, her kes dizane ku rastiya têkçûna xwe vedişêre. Çawa ku di rojên destpêkê yên êrişên li ser Efrînê, serokê çeteyan Erdogan digot ku zêdetirî hezar gundên Efrînê kontrol kirine, jimara wendahiyên wî li herêmên parastina medya jî heman derew e.
Di wextekê de ku gelê Kurd û sempatiyên Rêber Apo li ser piyan in ku komploya navneteweyî ya 15 Sibatê şermezar dikin, beşek xwefiroşên Kurdan pêşengtiyê ji êrişên qirker ên faşîzma tirk re dikin. Di demekê de ku behsa itîfaqa mala Kurd û yekîtiyê tê kirin de, bi hevkariya bi dijmin re, hêzên PDK êrişî şaneya itîfaqê dikin û vediguherin serpereştên êrişan.
Şer û êrişên li ser vîna azadîxwaz rastiyek beloq a cewherê dijminê Kurd e. Di heman demê de xeta ixanetê jî rastiyek hê beloqtir a ku êdî nayê veşartin û ne jî têye nixumandin e. Dibe ku berê, nehatiba înankirin û ne jî bihata aqilan ku Kurdek destê xwe bi dijminê xwe de û li dijî Kurdekî dîtir şer bike. Di esas de destûr nîn bû ku mirov behsa vê yekê bike. Ji ber ku dîroka qehremantî, çand û resentiya Kurd a ku xwe spartiye netewperweriyê rê ne dida vê yekê. Raste; her li hemberî xeta berxwedanê xeta ixanetê zindî maye. Lê aqilê giştî yê civakê qebûl ne dikir ku veguhere xeteke sîstematîk ku karibe rojekê serweriya xwe li ser beşek axa Kurdistanê ferz bike. Ji xwe eger nebûya şopdarê wê xestê ne dikarî bûbûya desthilat. Ji lew re jî bi hemû hêza xwe ya razber û şênber di bin xizmeta dijminê gelê xwe de ye.
Dîroka berxwedanê isbat kiriye ku dijminê Kurd bi tena sere xwe ti carî nekariya êrişan pêk bîne. Her bi rêbazên xiluqandina çeteyên xwefiroş ku fena pezekî dajo pêş xwe, êrişan pêk tîne. Çi li Bakur û Rojava be, çi jî li Başûr û Rojhilat be. Tenê li gorî cografyaya parçekirî ya Kurdistanê nav hatiye guhertin. Salên 90’î ne dûr in. Wê çaxê jî heman kesayet û heman dijmin bûn. Lê dibe ku berê xwefiroşên Kurd hevkariya xwe ya bi dijmin re kamuflac kiribin, lê îro mixabin pir eşkere û bi serbilindî vî karî dikin. Lê dîsa jî, çawa ku dîrokê binkeftina wê xetê bi binkeftina dijminên Kurdan re nivîsandiye, dê îro jî weke duh be û wê ew xet bi îradeya vîna azad a Kurdan û dostên wan mehkûmî têkçûneke dîrokî ya muheqeq be.






