SERDEM SILO
Civaka Êzîdî yek ji pêkhateyên sereke ji mozayîka Iraqê ye. Ti kes nikare aliyê Şingal rizgar kirî inkar bike û civaka Êzîdî hêzên ku ew li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê rû bi rû hiştine û reviyane ti carî ji bîr nake. Bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ev şeş sal in qezaya Şengalê li gorî hemû dever û herêmên Îraqê herî zêde bi ewleye û aram jiyan dike.
Her kesî buyerên li dijî civaka Êzdî li qezaya Şengalê di 3’yê tebaxa 2014’an de rûdane, dîtin û bihîstin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrîşên xwe yên hovane kirin û hewl da bi hevkariya hêzeke herêmî û heta hêzeke ji hundirê Îraqê êzîdiyan tune bike. Armanca wê jî ew bû ku ewlehiya netewa Kurdistanê tune bike ji ber ku ola Êzdî girêdayî kurdiyatiyê ye û piraniya kurdan bi eslê xwe ji ola Êzdî ne. Lê ji ber êrîşên îslaman gelek Kurd û bi darê zorê neçar man ola Îslamî werbigirin yan jî bi şûr bêne kuştin. Bi kurtasî gelek ji Kurdan ola îslamî wergirtin, lê beşek ji Kurdan girêdayî ola Êzdî man û irf û edetên xwe parastin tevî ku bêtirî 70 sal in di ser fermana tunekirina Êzdiyan re derbas bûye.
Heta niha civaka Êzdî ola xwe diparêze û hebûna xwe weke pêkhateyeke sereke ji mozayîka Îraqê diparêze, lê di havîna 2014’an de hêzên herêmî û hin aliyên nijadperest û faşistên Îraqê bi armanca serweriya xwe li ser qezaya Şengalê ferz bikin, nemaze ji ber ku herêmeke stratîjîk e û li wir êzîdiyên mane tune bikin û ewlehiya netewî ya Kurdistanê têk bibin. Çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrîşên xwe kirin û hewl dan nasnameya kurdî ji binî ve hil bikin û hebûna kurdan tune bikin. Lê bi saya berxwedana êzdiyan evan pilanên dagirkeriyê û tunekirinê derheqê netewa kurdî û ola Êzdî de hatin pûçkirin.
Dema ku çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrîşên xwe yên li dijî qezaya Şengalê kirin, li wir nêzî 13 hezar endamên hêzên Pêşmerge hebûn û bi hezaran endamên artêşa Îraqê, nemaze endamên hêzên ewlehiya hundurîn û hin hêzên leşkerî yên din, li Şengalê bi cih bibûn. Lê beriya ku DAIŞ dest bi êrîşa xwe bike evan hêzên leşkerî ji qezaya Şengalê reviyan û welatiyên sivîl li hemberî tunebûn û komkujiyên serdema nû rû bi rû hiştin. Evan hêzan li Şengalê guleyek jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê neavêtin û alîkariya çekan jî bi welatiyên sivîl re nekirin da ku parastina xwe bikin. Qezaya Şengalê di 3’yê tebaxa 2014’an de rastî êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hat û di encamê de bi hezaran Êzdî jiyana xwe ji dest dan û çeteyan bêtirî 5 hezar êzdiyên din jî ku piraniya wan jin û zarok in revandin. Li gorî daneyên fermî çarenûsa 2869’an ji wan hê jî nayê zanîn.
Gundê Koço yê li başûrê çiyayê Şengalê, yek ji gundên ku rastî komkujiyên herî giran bi destên çeteyên DAIŞ’ê hatiye, piştî ku gund 12 rojan hate dorpêçkirin, welatiyên gund daxwaza çeteyan a wergirtina ola Îslamî qebûl nekirin, vê yekê hişt ku çete hemû jin û keçikên gund revandin û mêr û jinên temen mezin kuştin û di gorên komî de di nava gund de binax kirin.
Li Koço, heta niha 8 gorên komîn hatine dîtin û di van goran de hestiyên 407 welatiyên êzdî hatin dîtin, û bêtirî 900 kes ji gund hatine revandin û ji wan 663 kes jî di demên pêş de hatin rizgarkirin û çarenûsa bêtirî 40 kesî ji wan hê jî nayê zanîn.
Dema ku qezaya Şengalê rastî êrîşan hat, tevî hawara bi hezaran êzdiyan lê dîsa jî hêzên herêmê û Îraqê û heta pêşmergeyan bersiva welatiyên Şengalê nedan. Tenê Hêzên Parastina Gel (HPG) tavilê bersiva civaka Êzdî da û di bin fermandariya koma şehîd Dilşêr Herekol (Hisên Agar) de û ev koma leheng ku ji 12 şoreşgeran pêk dihat berê xwe dan Şengalê û riya Derwêşê Evdî şopandin û civaka êzdiyan û Şengal ji tunekirinê parastin.
Piştî ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi hevkariya Hêzên Parastina Gel (HPG) hatin avakin, qezaya Şengalê ji destên çeteyên DAIŞ’ê bi destên van şervanan hate rizgarkirin û bi sedan welatiyên Êzdî ji destên çeteyan hatin rizgarkirin. Li aliyê Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê jî Hêzên Sûriya Demokratîk hêjî çalakiyên xwe yên taybet dide meşandin da ku welatiyên Êzdî yên di destên çeteyan de mane rizgar bike. Piştî ku aramî û ewlehî ji Şengalê re vegeriyan beşekî mezin ji welatiyên Êzdî vegeriyan Şengalê û rêveberiya xwe ya xweser ku ev şeş sal in, ava kirine. Niha jî Şengal yek ji deverên herî baş di aliyê ewlehiyê de li ser asta Îraq û herêma Kurdistanê de tê nasîn ku ji dema hatiye rizgarkirin ve berûvajî herêmên din ên Îraqê rastî ti êrîşan nehatiye.
Piştî bêtirî şeş salan, hin komên hikûmeta Îraqê û navnetewî karibûn nasnameya 104 welatiyên Êzdî ku hestiyên wan dîtin û tehlîl kirin, nas kirin û di 6 Şibata 2021’an de merasîmeke binaxkirina hestiyên van şehîdan li gundê Koçer li dar xistin. Lê tişta ku di merasîmê de rûdaye û axaftinên fermandarên artêşa Îraqê û heta li ser asta parêzgeha Mûsilê û fermandarên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) aliyê ku Şengal ji çeteyan rizgarkiriyê înkar kirin. Lê di rastiyê de her kes dizane û berxwedana YBŞ’ê û YJŞ’ê nas dikin. Em di serdemeke teknolojî ya pêşketî de ne, tu kes nikare fedekariya HPG’ê, YBŞ’ê û YJŞ’ê înkar bike. Lehengiya dîrokî ya fedekariya şehîd Dilşêr Herekol û 12 rêhevalê wî jî ji bo parastina welatiyên Êzdî ji komkujiyan jî li ber çavan e. Nemaze Mam Zekî Şengalî, Egîd Civiyan û Zardeşt Şengalî û gelek hevalên wan ku xûna xwe fedayî rizgarkirina Şengalê û ola Êzdî kirine.
Her çiqas evan nijadperestên Kurd û Ereban hêza ku Şengal rizgarkiriye û parastiye înkar bikin jî, niha teknolojî li ber destê her kesî ye, bila vegerin li dîmenên wê demê û dîmenên reva pêşmergeyan û artêşa Îraqê temaşe bikin. Aliyê ku Şengal rizgarkiriye ti kes nikare înakar bike û civaka êzdiyan jî wan lehengan ji bîr nake. Welatiyên Şengalê ji 9’ê cotmeha sala borî ve dema ku Bexdadê û Hewlêrê hevpeymanek derheqê Şengalê de îmzekirine li ber xwe didin û li ser piyan e da ku ola Êzdî û rêveberiya xwe ya xweser ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin biparêizin. Em dubare dibêjin ku civaka Êzdî aliyên ku ew li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê rû bi rû hiştine û reviyane û aliyê ku ew rizgar kirine, ti carî ji bîr nake.






