Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkhatina tifaqa reng û dengan wan ditirsîne

08/02/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Pêkhatina tifaqa reng û dengan wan ditirsîne
Share on FacebookShare on Twitter

 Mihemed ŞAHÎN

Piştî qirkirin û koçberkirina civakên ne misilman di nava serjimariya Tirkiyeyê de rêjeya misilmanan bû ji sedî 99. Ev ji bo siyasetmedarên ku bazirganiya ol dikirin awantajeke mezin bû. Erdogan bi saya wê bazirganiyê 18 sale bê navber desthilatdar e.

Lê Erdogan qîma xwe bi 18 salan nayne dixwaze weke siltanên osmaniyan heta û hetayê desthilatdar be û piştî wî jî warisên wî li şûna wî rûnên. Ji bo pêkanîna vê armancê jî amûrê herî hêsan û herî biqimet bazirganiya ol bû. Ji bo berdewamiya siltaniya xwe bazirganiya ol bi du rêbazan diceribîne. Her du rêbaz jî li ser îstîsmarkirina hestên civakê yên olî pêk tên.

A yekemîn ji destpêkê desthilatdariyê vir ve 18 sale di meriyetê de ye. Di armanca wê de afirandina nesleke ciwanan a “oldar û kîndar” heye. Lê di 18 salan de hikumeta Erdogan di vê armanca xwe de biserneket. Ji ber ku çand û feraseteke wan a xurt û bibawer tune bû nekarin li ciwanan bandor bikin. Zanîn û fereseta wan têrî nekir nesleke xwediyê çandeke nû ya li gorî feraseta xwe bi afirînin. Dem bi dem Erdogan bi xwe jî serneketina xwe li xwe mikûr tê.

Erdogan piştî ku di vebjêrka yekemîn de bi serneket vebjêrka duyemîn xist meriyetê. Di vebjêrka duyemîn de di nava civakên Tirkiyeyê de afirandina dubendî ya oldar û ne oldar hebû. Ji ber ku serjimar ji sedî 99 misilman bû dê hêjmara milê oldaran ji ya milê din gelek zêdetir bûbûya. Dê Erdogan jî weke pêşengê eniya oldaran bi şûr û mertalên xwe êrîşê eniya dijber bikira û dê bi zext û zor û biçewisandinan teslîm bigirta. Her ku dubendî û dijberiya civakî kûrtir bûbûya dê piştgiriya wî xurtir û desthilatdariya wî jî qayimtir û mayinde bûbûya.

Lê ciwanên xwendekar ên Zanînbgeha Bogazîçî bi afirînêriya xwe, bi peyamên xwe, bi aqil û hişmendiya xwe, bi wijdan û humanîzma xwe, bi vîn û biryardariya xwe, bi xweşbîna ya xwe ya li dijî mirov û xwezayê, bi berxwedana xwe ya rûmetdar her du vebjêrk jî vala derxistin û hemû hesabên wî serûbino kirin. Hemû beş û rengên ku Erdogan dixwest bike dijber û dijminên hevûdu li dijî faşîzma Erdogan mil dane hevûdu û li berxwe didin.

Misilman, ateîst, sinî, elewî, kurd, tirk, ereb, ermen, çerkez, LGBTÎ+ û hwd. hemû deng û rengên civakê milbimil li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst li berxwe didin. Bêguman pêkhatina tifaqa hemû deng û rengan tirs û xofa ku berxwedana Geziyê xistibû dilê wan mezintir dike. Dizanin ku pêkahtina tifaqa civakî jehr kuja faşîzma wan û nîşaneya têkçîyina wan e.

Ji ber vê yekêye ku di êrîşên xweyên fizikî û devkî de tu pîvanan nas nakin. Xwendekarên ku bi jîrîtiya xwe û bi pûanên xwe yên herî bilind bi çûna xwe ya Bogazîçî serbilind û bextewar bûn her roj bi cureyên êrîş û heqaretên rayedarên hikumeta AKP-MHP’ê re rûbirû dimînin. Dibin terorîst, dibin xayin, dibin maşikên destê hinekan, dibin provakator, dibin sapkin, dibin Vandal, dibin serê mehrên ku demildest bên eciqandin. Lê qet pere nake û bandoreke neerênî li wan û berxwedana wan nake.

Di berbanga sibehê de bi ser malên wande digirin, wan bincav dikin, wan derb dikin, eşkence li wan dikin, wan tewqîf dikin û davêjin zindanan dîsa pere nake.

Dibêjin wênaya Kabeyê avêtine erdê û bêrûmetî kirine, dibêjin vana ne ciwanên me ne û ne xwendekarên Bogazîçî ne, dibêjin vana LGBTİ+ yên sapkin in dîsa pere nake.

Hemû rê û rêbazên kirêt diceribanîn lê nikarin berxwedana ciwanan bihetikînin û bêrûmet bikin. Civak hemû dizane ciwan mafdar in û li ser hîma herî meşrû û rewa li berxwe didin û tiştên ku derbarê wan de tên gotin hemû derewin. Bi kurtahî baweriya civakê bi rayedarên hikumeta AKP-MHP’ê qet nemaye û gotinên wan jî bê wate ne. Ji ber wê mafdarî û meşrûbûnê ye ku li gel hemû êrîşên bêexlaq û bêpîvan nekarin berxwedana ciwanan bihetikînin û bêrûmet bikin.

Li gel hemû êrîşên wanên fizikî û devkî yên dûrê aqilan ciwan dest ji sekna xwe ya berxwedêr û helwesta xwe ya aqilane bernadin. Gotinên wanên êrîşkar û jehrî, helwestên wanên faşîst û kîndar di cîhana ciwanan a rûmetdar de bêwate dimînin. Li gel hemû êrişan xwendekar serî “natewînin” û “li jêr nenêrîn”.

Ciwanên Bogazîçî yê bi sekna xwe, bi biryardariya xwe, bi xweşbîniya xwe, bi aqilên xwe rêya redkirin û têkbirina faşîzmê nîşanê me hemûyan dan.

Hewceye di serî de partiyên muxalîfên ku li dijî desthilatdariyê her tim di helwesta xweparastinê de ne û di meclîsê de bûne duvikê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst û hemû beşên civakê ji vê berxwedanê re rêzê bigrin û li ser hûr û kûr biponijin û waneyan jê derbixin.

Belê, xwendekarên Bogazîçî ji faşîzma AKP-MHP’ê re gotin “Êdî Bes e”. Gelo dê kengê partiyên muxalîf dev ji helwesta xwe ya kambax a xweparastinê berdin û ji faşîzma wan re bibêjin “Êdî Bes e”.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.