Sîpan Şînda
Gelo azadî ji kû destpê dike? Azadiya takekesî û tixûbên wê çawe teng dibin yan jî ji halê radibin? Mirov çima tixûbên azadiya xwe teng dikin? Yan ji gelo çire tixûbên azadiya mirovî di zarokatiyê de ji dema mirov mezin dibe firehtir in? Rast e, pergal, civak û derdor gelek bandorê li ser jiyana mirovî dike, lê belê pitirê xwe kes bi xwe qeyd û bendan li mejî, giyan, hizir û azadiya xwe dide û wan dorpêç dike. Ew qeyd û bendên ewqasî stûr li azadiya xwe didin, êdî ew qeyd û bend di nava demê de vediguherin taqên kelehan û êdî bi gurz û keranan ji mirov nikare wan taqan bişkîne. Her seht û gavên xwe werdigerînin zîndanê. Welê li mejî û giyanê xwe dikin, êdî ew nikarin bi awayekî cuda bi fikirin, tiştekî bi afirînin, yan ji bêjin. Ev ji tê wê wateyê ku gellek kes bi xwe zîndana xwe ava dikin, ew bi xwe hostayên taq û dîwarên zîndana xwe nin, qerdiyan û zêrevanên zîndana wan ji ew bi xwe nin. Zêrevanî û qerdiyaniyê ji hizirên xwe re dikin. Çi kesê hayî ji wan ji nîne ku ewan xwe êxistiye di nava wê zîndana reş û tarî de. Lê çi bikin rebena jiyan li xwe teng kirine, dunya li ber çavê xwe reş kirine, azadî ji giyan, mejî û jiyana xwe avêtine. Qeyd û bendên azadî kuj, hizir qelîn, giyan tarîker, mejî reşker. Qeyd û bendên ne ji hesinî, lê ji yên hesinî hişktir ji xwe re çêkirine û xwe kirine di nava wan de.
Gelo çima em vê li xwe dikin? Çima em dunyayê ji xwe re dikin zîndan û xwe têxin tê de? Çire em jiyanê hinde li xwe teng dikin û wê li ber çavên xwe reş dikin? Ma me çi ji “xwe” kiriye ku heta em vî cizayî didin xwe? Ez bawerim gelek kesan hayî jê nîne ku ka me hizir, giyan û mejiyê xwe êxistiye di çi halî de. Divê mirov azadîxwaz be, lê belê divê mirov di serî de azadiyê di giyan , mejî û hizrên xwe de ava bike. Divê mirov avdên azadiyê di giyanê xwe de vehûne, di mejiyê xwe de verêse û di hizrên xwe de rayêxe. Giyanê azadîxwaz nikare çi qeydan qebûl bike. Ew hizrên di mejiyên azadîxwaz de fitlan didin xwe û hecama wan nayê, divê weke tov li zeviyan bêne reşandin. Ew ramanên di mejiyên azadîxwaz de şîn dibin, divê di nava lat û zinaran de penc bidin, rayên xwe stûr bikin, şitlên nû bidin. Çawa teyr bê tirs blind difirin û ji xwe re jûrde li erdê dinêrin, divê mirov ji bê tirs azad bifikirin, bijîn û qeyd û bendan bişkîne. Weke qaz û werdekan çawa bê tirs xwe di çilê zivistanê de noqî ava cemidî dikin, divê mirov ji bê tirs hizir û ramanên xwe vebêjin, belav bikin. Weke zarokên nebaliq çawa bêsînor dihizirin û pirsan dikin, divê mirov ji bê sînor azadiyê û nirxên azadiyê biparêze. Bihûnin rist bi rist, qulf bi qulf hizir û û ramanên azadiyê û belav bikin. Biçirînin, bişkînin qeyd û bendên we li giyan, mejî û hizrên xwe dayîn. Bihêlin bila hûn azad bijîn. 04.02.2021






