Faruk Sakik
Di dîrokê de gotinek, generalê Kartaca, Hannîbal Barca bi nav û deng heye. Dema ku Hannîbal bi 90 hezar eskerê xwe û bi hezaran fîl dixwaze di çiyayên Alpan de derbas bibin, rê li wan tê girtin û ji fermandarên xwe re wê gotina xwe ya dîrokî dibêje;”an emê rêyek bibînin an jî emê rêyek çêbikin”. Hannîbal di dawî de rêyek dibîne û ji çiyayên Alpan derbas dibe.
Îroj li dijî dewleta Tirk ‘artêşa berxwedanê’ ditekoşe û di vê têkoşînê de li hukûmeta AKP-MHP’ê asê bûye. Hêzên demokrat, şoreşger, kurd, hêzên demokrasiyê, elewî herkes li rêyeke çareseriyê digere.
AKP û faşîzma Erdogan di sala 2015’an de dema şer dane destpêkirin, hemû rêyên ku wê artêşa berxwedanê tê re derbasbibana xitimand.
Herkes xweş dizane ku riya esas a ku wê rê li pêşiya vê tevgerê vebike riya Ocalan e. AKP di destpêkê de têkiliyên civaka Tirkiyê û Ocalan qût kir.
PKK û Gerîlla wek gokek ji agir da pênasekirin û got kî nêz bibe ewê bişewite. Faşîzm pirr dijwar bû û biserket. Li Kurdistan hin hêz hebûn nikaribû wan îkna bike, wan jî girt û avêt zîndanan.
Hinceta herî mezin û bêwate jî îlana rêveberiyên xweser bû. Gotin PKK çima xweserî îlan kir. Dan jibîrkirin ku ew rêveberiyên xweser 2 mehan piştî şerê bi 72 balefiran destpêkiribûn hatibû îlankirin. Faşîzma Erdogan piştî ku bajarên kurdan ruxand ji bo kes jê hîsab nepirse dixwest rêya ku diçû Gerîlla bixitmîne. Çikir? Got: Xendek… Û bi gelek kesan da bawerkirin, biserket û rê hat xitimandin.
Ev 5 sal in, ji gerîlla dûrbunek heye. Ev yek bû sedem ku faşîzma Erdogan li gor dilê xwe hespê xwe li Tirkiyê û li derve bibezîne.
Li Tirkiyê krîza aborî, siyasî, civakî her ku diçe kûrtir û girantir dibe. Tirs û xofa hatî belavkirin bi serketî didomîne. Ji civakê yek deng dernakeve.
Di sala 1972an de Denîz Gezmîş li dijî artêşê û siyaseta demê ji cîwanan re pêşengî kir. Denîz Gezmîş, bi îdamkirina xwe rêyek di siyaseta Tirkiyê de vekir. Di van demê dawî de cîwanên Tirkiyê metodên berxwedana Denîz Gezmîş bibîrxistin. Li zanîngeha Bogazîçî serî bilind kirin û îroj dixwazin rêyek li dijî faşîzmê çêbikin.
- Hayrî Durmuş jî di taritiya 12’ê Îlonê de, li zîndana Amedê, di dema ku îşkence derketibû asta herî jor û hemû rê jî hatibûn girtin de, di 14’ê Tîrmeha 1982’an de rêyek vekiribû. Hannîbal rê dît, Hayrî Durmuş rê vekir.
Li Kurdistan jî Kurdistaniyan, berxwedana M. Hayrî Durmuş ya sala 1982’an anîn berçav. Îroj li Wan û Batmanê piştî salên bêdengiyê, dengê berxwedanê bilind dibin.
Lê rêya esas, rêya ku herdu hêz bigihîjin hevdu, bibin yek û berbi rêya gerîlla ve bimeşîne ye.
Îroj pêdivî bi xûrtkirina vê rêya han heye. Faşîzma Tirk di sala 2015’an de, bi destpêkirina şer ev rê girtibû. Dive hemû hêzên demokrat, şoreşger, cîwan, jin û hemû aliyên ku di bin faşîzmê de dipeliqin jî berê xwe bidin Gerîlla. Dive li PKK’ê û gerîlla xwedî derkevin. Kilîta deriyê vê rêye jî li Îmraliyê ye. Dive tecrîd were şikandin û azadiya rêber Ocalan pêk were da ku bikaribin xwe bigihînin Gerîlla.
Îroj li çar aliyên cîhanê, ji bo azadiya Ocalan daxwuyanî tên dayîn û azadiya rêber Apo wek çareserkirina gelek pirsgirêkên xwe dibînin. Heger ew wisa difikirin û li Tirkiyê hê jî ev yek nehatibe dîtin, ji ber xemsarî û korbûnê ye.
Di navbera Gerîlla û Hannîbal de ferqek hebû. Hannîbal ji bo dagirkirina heremek diçû û rê dîtibû. Artêşa Berxwedanê jî ji bo faşîzmê têkbibe, ji bo bi azadiya Ocalan rê veke ku bigîhêjin gerîlla.






