Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pirsgirêka kurdî êdî pirsgirêka dinyayê ye

08/02/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Hêzên li Rojhilata Navî yên şer û krîza kûr, dewleta tirkî yek wan hêzan e. Êdî pirsgirêk bi Rojhilata Navî ve sînordar namîne. Tirkiye ji bo dinyayê tevê bûye çavkaniya xeterê. Tirkiye qaşo parçeyek ji sîstema kapîtalîst ya Emerîka û Ewropa û endama NATO ya. Îro hebûna NATO xistiye rewşa nîqaşê. Çawa ku birêz Macron neçar ma ku bêje, mirina NATO ya mejî pêk hatiye. Tirkiyê fûzeyên S-400 yên Rûsya anîn di sîstema NATO de bi cî kirin. Emerîka û Ewropa nikarîn Tirkiyê bisekinînin. Di dawiyê de li ser ambargoya li dijî Tirkiyê nîqaş kirin.

Tirkiye çima ji bo Rojhilata Navî evqas bû xerabkar û hat rewşeke wisa ku gefan li Ewropa û Emerîka bixwe. Tirkiye bi aborî, artêş û sîstema çek ve enceq evqas di sîstema kapîtalîst de binakok be. Emerîka û Ewropa ketine derde wî qasî ku Tirkiye zêdetir nêzîkî Rûsya nebe. Tirkiyê li Sûriyê bi hêzên tarî û dijminên mirovayiyê yên wke DAIŞ û El Nusra re itîfaq kir. Îro Tirkiyê ji Ixwaniyan heta DAIŞ, El Nusra çeteyên şer kirîn çavkaniya debara xwe, li dora xwe kom kirine û wan diparêze. Ku Sûriye ketiye gêreke bixwîn û ber bi şerê navxweyî ve çûye, Tirkiyê rolê sereke lîst û sînorê xwe vekir. Ji bo derbasbûna çeteyên weke DAIŞê ji her devere dinyayê hêsanî çêkir. Bi milyonan koçber li hemberî Ewropa bi kar anîn. Hema hema Ewropa kilît kir, kir rehine.

Sedema ku Tirkiyê wiha bilez xwe berda Sûriyê û Rojhilata Navî kir qada şer, pirsgirêka kurdî ye. Bêguman hewesa wê ya ku li herêmê bandora xwe zêde bike, erd bi dest bixe û xwe bigihîne çavkaniyên petrolê jî heye. Lê mijara sereke dijminiya Kurdan e. Piştî Sedam û bi pêşengiya Emerîka dema Destûra Iraqê hat çêkirin, Tirkiye li derve hat hiştin. Başûrê Kurdistanê di çarçoveya destûrê de gihat statûyekê. Ji bo ku heman tişt li Sûriyê jî ji bo Kurdan çênebe tişta ji destê wan hatî kirin. Halbiku li sûriyê jimara Kurdan kêm bû, ji bo Tirkiyê nedibûn tehlûke. Di tevlîheviya li Sûriyê de ji bo xweparastinê xwe bi rêxistin kirin û şerê DAIŞê kirin. Herwiha xebitîn xwe bi rê ve bibin.

Li Rojhilata Navî hêzeke weke Kurdan li hemberî DAIŞê bi biryar û bi duristî şer kirî tinebû. Piştî ku DAIŞ hem ji bo herêmê, hem ji bo dinyayê bû xeter, Emerîka û koalisyonê biryar dan ku bi Kurdan re hereket bikin. Kurd jî bi biryar û girêdayî pîvanên baweriyê yên şirîkatiyê xebitîn. Ji bo vê bi gelê Ereb re ser 10 hezarî re şehîd dan. Ji bo perçiqandin û tesfiyekirina Kurdan Tirkiyê bi DAIŞ û El Nusra re itîfaq kir. Di her warî de destek da wan. Sînorê xwe ji wan re vekir. Digel van tevan her ku Kurdan DAIŞ ji herêmên xwe derxistin, Tirkiye dîn û har bû û bû weke cenawireke ji kontrolê derketî. Ji bo perçiqandina Kurdan bi Rûsya re itîfaq kir. Divê mirov standina S-400 jî ji bo Efrînê ji Rûsya re bertîl bibîne. Rûsya jî çawa ku xezîneyekê bibîne kartê Kurdan bi kar anî. Fît dan Tirkiyê û bere wê da rojhilatê Firatê û destek daye. Trump jî bi bazareke qirêj destûr dayê ku Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr bike. Ciyê Tirkiyê ketiyê li tevan qirkirina neteweyî kir. Li gorî rêxistinên mafên miriovan yên NY sûcên şer pir kirine.

Trump got, şerê Tirk û Kuran yê du sed salî heye, em tevlî vî şerî nabin, emê ji herêmê derkevin. Rûsya, Tirkiye, Sûriye çi dikin bila bikin. Halbiku cara yekê Emerîka li Sûriyê bi saya hevkariya bi Kurdan re bi dagîrkerî nehatibû binavkirin û itibar standibû. Herêmên sînor tev ji Rûsya re hiştin. Bê ku bedelekê bide Rûsya bû xwediyê destkeftiyên mezin. Itibara Emerîka ya li dinyayê nema.

Emerîka got, em ne mecbûr in ji bo Kurdan şer bikin. Daxwazî û hêviyeke Kurdan ya wisa tinebû. Lê eger qada hewayî li ber Tirkiyê bigirta bes bû. Eger Trump leşkerên xwe nekişandibûna û qada hewayî venekiribûya, Tirkiyê nikariya bikeve Sûriyê.

Tirkiye hem Rûsya, hem Emerîka bi kar tîne û bi wî awayî dixebite ku Kurdan tesfiye bike û li Sûriyê bandora xwe ava bike. Ev polîtîkaya Emerîka û Ewropa demoraziya tirkî jehir dike. 40 Sal in Tirkiye li ser Kurdan polîtîkaya inkar û tinekirinê dimeşîne. Tirkiye rojane başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Bi dehan baregeh li wir ava kirine. Şaredariyên Kurdan li Bakur bi dest xistîn wan jî dagîr dike. Parlamenter jî di navê de bi dehhezaran Kurd di zindanan de ne. Ser 4 hezarî re gundên Kurdan hatin şewitandin. Ser 50 hezarî re Kurd hatin kuştin. Halbiku eger Emerîka û Ewropa li gorî pîvanên demokrasiyê hereket bikiran niha li Tirkiyê pirsgirêka kurdî ji zû ve hatibû çareserkirin. Eger dixwazin li Rojhilata Navî çareserî, aştî û aramî were, divê pirsgirêka Kurdan ku ji aliyê çar dewletan ve welatê wan hatiye parvekirin û her tim dibe qada operasyonên tinekirinê, weke çareserkirin. Eger Tirkiye bê sekinandin, pirsgirêka kurdî bi giştî bigirin dest, hem wê li Tirkiyê sîstemeke demokratîk bê avakirin, hem wê NATO ji serêşiyê rizgar bibe.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.