Ahmet Aktaş
Piştî şantaj û lîska wan a li Eyn Îsa bi ser neket, hez dikin li deverên din provakasyonan çêkbikin.
Ji xwe, dewleta Tirka, li deverên dagirkirî zulma faşîzan li ser gelê ku maye li wira didin meşandin; dikuje, êşkence dike, di revîne, fîdye dixwaze û her deverê talan û wêran dike. Li deverên nêzî yên dagirkirî topbaran dike û jiyanê aloz dike.
Li aliyê din, wisa tê gûman kirin ku piştî wan civînên li gel Rûsyayê, gihiştine hinek biryaran, ji bo li gel Şamê têkiliya deynin û bi hev re derfetên êrîşkariyan berfirehtir bikin.
Li pey van danistandinê Rûsya û Tirkiyeyê, him topbaranên li herêmê zêdetir bûn him jî li Hesekê û Qamişloyê bûyerên balkêş ên provakatîf ji aliyê rejîma Şamê hatin despêkirin.
Eger ne ji hişyarbûn û hilwesta xurt a Rêveberiya Xweser bûya, dibe ku bûyerên gelek xerabtir rû bidana.
Bêgûman hîn xetera van lîsk û provakasyonan xelas nebûye. Wisa diyar dibe ku ew guhertina reveberiya li DYE, Rûsyayê gelek xemgîn dike. Li goreyî daxwiyaniyên hinek payedarên rêveberiya nuh a Emerîka, ew ê siyaseta li dijî Rûsya û Tirkyeyê dijwartir û hişktir bibe.
Lewma Rûsya jî, dixwaze hîn vê rêveberiya nuh a Emerîka bi xurtî xwe orgaanîze nekiriye û siyaseta xwe li herêmê ne dayê rûniştandin, bi lezgînî hevalbendên xwe Tirkiye û Îranê bixe nava hinek provakasyonan.
Dibîne ku PYNK û ENKS, civînên xwe yên lihevhatinê dîsa didin despê kirin, ev jî ne li goreyî siyaseta Rûsyayê ye. Li vê herêmê pêşveketina siyaseta DYE’yê, tê wateya paşveketina wan. Lewma ji bo ev lihevhatina hêzên kurdî pêkneyê, van hewldanên kambax, bi rêya rejîma Şamê zêdetir dike.
Dewleta Tirka, ji van hewldanên qirêj ên dijî doza kurdan û bi taybetî yên dijî Rojava re, amade ye, eger tirsa wê nebe hema êrîş dike û hez dike her deverê Kurdistanê dagir bike.
Tirsa dewleta Tirkan ji gelek alî ve heye. Ji alîkî ve, heta niha diyar dibe ku ew ê weke berê ji dewleta Emerîka piştgriyê nebîne. Her wiha ji Rûsyayê jî bi tememî ne piştrast e.
Erê li ser pirsa kurda dikare li gel Îranê heta radeyekê bimeşe, lê bi temamî her du dewlet jî baweriyê bi hevdu nakin. Li aliyê din jî, bi bingehîn tirsa wê ji berxwedana lehengî ya gelê kurd e.
Di têkiliyên xwe yên derve de, ketiye çi halê xerab diyar e. Li hundur jî, her roj ji roja din xerabtir dibe û desthilatiya AKP-MHP’ê êdî diheje û di lerize.
Hilbet ne bê hewldane. Weke mînak ji bo navbêna xwe û Almana hinekî xweştir bike hewldide û dibe ku hinek soz jî standibe. Lê weke mînaka hêştirê lê hatiye; jê pirsîne “ma gelo çima stuyê te xware”, bersîv daye gotiye “ma kêderê min rast e?”. Devereke tenê pîne bike jî, bi hezaran dever dirya ye, êdî nema pîne jî bi kêr tê!






