Rojnameya Ronahî

Şêniyên Minbicê kuştina 3 ciwanan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve şermezar kirin

Şêniyên bajarokê Til Hozan yê başûrê bajarê Minbicê kuştina 3 ciwanên bajarok ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve bi çalakiyekê şermezar kirin.

Li gorî şêniyên bajarokê Til Hozan, berî çend rojan 3 ciwan dema li ber Firatê masî digirtin, ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve yên li Çiyayê Erwada hatin kuştin.

Şêniyên bajarok kuştina her sê ciwanan bi çalakiyekê şermezar kirin. Bi navê welatiyan, Hevserokê Meclisa Til Hozan Ehmed El-Hisên axivî û got, em di şînê de ne, wê dîrok heta sedên salan van rojên biêş bîr bîne. Me 3 ciwanên ku ji bo debara malbata xwe dixebitîn wenda kirin, ew şehîdên rastî ne.