Rojnameya Ronahî

QSD`ê li navçeya Deşîşa tûneleke çeteyên DAIŞ`ê dît

Di çarçoveya operasyona berfireh ya QSD`ê ya ji bo tolhildana şehîd Seida û şehîd Hindê de, şervanan li navçeya Deşîşa tûneleke çeteyên DAIŞ`ê dît.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê roja Înê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bi beşdariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundir, li herêma Dêrezorê û heta sînorê Iraq-Sûriyê, li dijî çeteyên DAIŞ`ê operasyoneke berfireh dest pê kirine.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, di operasyonê de heta niha bi dehan şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê hatine girtin. Herwiha di çarçoveya çalakiyên lêgerînê de li navçeya Deşîşa tûneleke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê hat dîtin.