Di komxebata diyalogên libyayî de, Mihemed El-Menfî bû serokê meclisa serokatiyê, Ebdulhemîd serokê hikumeta nû ya El-Wehda û Mûsa El-Kobanî û Ebdullah El-Lafî bûn endamên meclisa serokatiyê.
Nûnera NY ya taybet ji bo Libya ya erkdarkirî Stephanie Williams, ev kêlî bi kêliyeke dîrokî bi nav kir û got, kêfxweş im ku ez dibim şahida vê kêliya dîrokî.
Stephanie Williams xîtabî aliyên Libyayê kir û got, we gaveke mezin avêt û we nakokî derbas kir, ev jî xizmeta gelê Libya û welat dike. Herwiha bang li desthilata rêveber ya nû kir ku girêdayî erkê xwe be.
Nûnera NY ya taybet ji bo Libya diyar kir ku divê serokwezîrê erkdarkirî di nava 21 rojî de bernameya karê wê pêşkêş bike.






