Derwêş M. Ferho
Ji 1977 ve vegera welêt di xewn û xeyalên min de bû. Lê ji sedemên tên zanîn ev demeke dirêj mimkin nebû. Dema rejîma BAAS hêrift, Başûrê Kurdistan wek herêmek aotonom di nava Iraqê de bû xwedî statu ev derfet pêk hat. Ji 2002 ve her sal çend car çûm Başûr û vê dawiyê jî derfeta Rojava çêbû û ew hesret temamî nebe jî bi dawî bû.
Paş çend caran ku ez çûm Başûr, di 2010 de, li ser vexwendina Yekîtiya Nivîskarên Kurd min amadekariya çûnê kir. Dostê hêja Cîgirê serokê Parlementoya Brukselê Jan Béghin, her çend e ji lingê xwe birîndar bû jî, doktorê dinanan Ihsan Nebîzadeh, rojnamevan Heso Hurmî û rojnamevan Rişto Tunc, biryar dan tev de herin Kurdistan.
Festîvala Duhok ya Rewşenbîrî-3 li Duhok bû. Di rojên 20-22 Hezîran 2010 de me bi hevra beşdarî vê civînê bûn. Xuya bû, ji elaqeyek mezin, gelek nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û kesên din beşdar bûn. Wezîrê Rewşenbîriyê Kawa Mahmûd û herweha wezîrê berê yê Rewşenbîriyê Felekeddîn Kakayî jî amade ne. Di bernamê de axaftina min heye û ji pê re daxwaz hat kirin ku Jan Beghin jî axaftinekê bike.
Jan Béghin dilxweşiya xwe got, bal kişand ser dijwarî û prosesa avakirina neteweyeke di çarçeweya dewletbûnê de. Ji tecrûbeyên xwe di nava siyaseta Beljîka û pirsgirêkên herêmên bi civakên cuda, pirrzimanî û pirrkultûrî mînak dan. Di nava axaftina xwe de du pirs kirin. Çima du îdareyên Kurdistan, di navbera wan de sînor, bi du hêzên leşker hene û di sîstema perwerdê de prosesa yekkirina alfabe di çi qadê de ye? Ji bo avakirina neteweyekî yekgirtî di nava Kurdistana azad de du pirsên esasî.
Ez jî li ser xebat û giringiya hebûna Enstituya Kurdî li Brukselê axaftim. Ji sedema du wezîrên Rewşenbiriyê amade bûn, min naveroka axaftina xwe piçekî guhert. Pêdiviya xebata ji bo standardkirina zimanê Kurdî. Yekkirina alfabê esas e. Zaravên (diyalektên) cuda zengîni ye. Pey re min mijar anî ser peywîra rewşenbîran. Giringiya xwedî lêderketina mîrasê kultûr, dîrok û heza Kurdbûnê. Bi wê yekê ez hatim ser projeyeke ku bi salan li ser dixebitîm. Riya Teze li Ermenistan.
Pey têkçûna Sovyetê ji 1992 ve gelek caran çûm nav Kurdên Gurcistan, Ermenistan, Kazakistan, Ukrayna û Rusya. Bê goman, di her çûna xwe de diçûme serdana Riya Teze û Radyoya Êrîvanê. Bi wê munasebetê min projeyek amade kir û li derfetên alîkariyê ji bo Riya Teze geriyam. Têr neke jî alîkarî ji aliyê Enstituyê hat kirin. Ji bo ev rojnameya dîrokî bikaribe bidome min proje da rayedarên Hikûmeta Başûr jî. Wezareta Rewşenbîriyê bersiveke erênî kiribû. Soz dabû ku alîkariya Riya Teze bike. Di axaftian xwe de, ji sedema her du wezîr amade bûn min ev pirs li ber civakê ji wan kir. Hûn hê li ser soza xwe ne? Weha xuya bû ku vê pirsa min dilê wan hişti ye. Paş axaftinê, karmendekî wezaretê di ber guhê min de got: “keko, ew soz bi cî dibe”. Bi cî hat, ne hat nizanim. Pêk hatibe, bi çi rê hatiye kirin? Hê jî meraq dikim.
Pey qedandina rojeva festîvalê, tev hevalên xwe, me ji Duhokê berê xwe da herêma Garê. Ji bo dîtina pismamekî xwe ku me li Kurdistan hev nedîtibû. Dema ez ji welêt der çûbûm hêw nebû. Paş qedandina xwendina xwe ya bilind berê xwe dabû peywîra pîroz. Di nivîseke din de behsa wê hevdîtin û dema bi hevra dikim.






