Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gotinên Beloq Fena Vedenga Kundirê Vala Ne!

05/02/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Newroz pêngava serketina têkoşîna gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Di van çend roj û mehên derbasbûyî de gelek pêşketinên ku rûyê hinek lihevkirinên nepenî diyar dikirin rû dan. Rejîma Baas hewl da bi rêbazên Gotta, Qelemûn û taxên rojhilatê Helebê, ambargoyek aborî bavêje ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Di serî de Herêma Şehbayê ku li kêleka şêniyên wê bi hezaran koçberên Efrînê lê bi cih dibin hedef girt. Hemû riyên wê qut kirin û li dora herdu taxên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, jî bendên kontrolê zêde kir. Hemwextî van kiryarên dermirovî, li Hesekê û Qamişlo kete nava provakasyonan. Bi perspektîva parêzgerê bajarê Hesekê, vîna Îranê, lihevkirina nepenî ya istixbarata Tirk û rejîma Sûriyê û bi piştgiriya Rûsyayê dest bi vê konseptê hate kirin. Milîsên Dîfa Elwetenî li Hesekê li dijî vîna gelan dan şixulandin û bi zorê gelê ku kirine koleyê mûçeyan derxistin kolanê. Di vê navberê de cilên sivîl li qiwatên xwe yên leşkerî kirin û gule berdan bendên kontrolê yên hêzên Asayîşê. Li aliyê dîtir dor li Şehbayê şidandin û bi birrîna sotemenî, ard, derman, şîrê zarokan û pêdiviyên jiyanê, xwestin vîna gelê ku sê salan li ser tixûbên bajarê xwe li ber xwe dide dîl bigirin. Li rex wê jî jinên dujanî û kesên bi hewceyî îlaca lezgîn in bi saetan li ser bendên kontrolê yên li dora herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, disekinandin. Di ragihandina xwe de jî digiriyan û digotin ku; qiwatên QSD ambargo avêtiye ser çargoşeyên ewlekariyê yên Hesekê û Qamişlo!

Ewqas rejîmeke xwedî ezmûn e ku dikare rastiyan berovajî bike û bi riya hinek karmendên reşantiyê xwest projeya yekîtiya gelan û jiyana hevbeş li herêmê birûxîne. Wer difikirî ku wê qezenc bike? Ji xwe niyetên xwe venedişartin. Digotin: êdî me hemû cografyaya Sûriyê xistiye bin kontrola xwe, tenî li ber me Bakur û Rojhilatê Sûriyê maye. Diyar bû komployek ku faşîzma Tirk tevî herdu goşeyên dîtir ên Astana li paş perdeya vê konseptê ne. Hêza ku bi salan xwe weke muxalîfê desthilatdariya Esed dide nasîn û li ser qedera gelê Sûriyê bazariyan dike, ji nişkêve veguherî şirîkê rejîma Sûriyê û hemû milîsên rejîmê weke sivîl qaşo da nasîn?

Di helwesta herdu aliyan de, encama lihevkirina istixbaratî ya rejîmên Sûriyê û Tirkiyê diyarker bû. Rejîma ku serokê wê carekê zirt davêtin û digot; ji bilî me ti kesekî li hemberî DAIŞ û Tirkiyê şer nekiriye, îroj qet behsa herêmên hatine dagirkirin nake û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke herêmên dagirkirî bi nav dike?! Eger ne lihavhatin be, mirov dikare çi navekî din lê bike?

Bi lihevkirina destpêkê ya bi navbeyincîtiya Rûsyayê ku têgihaşt êdî nikare li Rojava weke Gotta û Qelemûnê bike, hizirmend û çareserkerên piştî aloziyan jî pir bûn. Ji sekreterên partiyan bigire heya karmendên siyê were. Qaşo hemû jî di lêgerîna lihevhatineke gengaz a di navbera Rêveberiyê û rejîmê de xwe diêşandin. Ewqas xwe diwestandin, projeyên serguha datînan ser maseya rêveberiyê. Lê ti kesekî nediwêrî projeyên xwe pêşkêşî rejîma desthilatdar a ku sedema bingehîn a aliziyê ye bike!

Qey Efrînî û Şehbawî ne ji Sûriyê ne û li ser vê xakê multecî ne? Ew ên di armanca mebesta me de, heya niha nediwêrin naveroka plan û lihevkirina rejîmê bi dagirkeriyê re bînin ser ziman! Ne jî xwedî sentezeke rizgariya axa Sûriyê ne. Hêviya xwe ya mezin weşaneke zindî, qebeqeba li ser Facebookê û biriqîna li ber tavê ye.

Ancax biryarên neteweyî û welatperweriyê hêz û rêveberiya ku bi hezaran qurbanî dane bigirin. Ji lew re bi LIKE’an çareserî çênabin. Gotinên pir beloq fena vedenga di hundirê kundirê vala de ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.