Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KONGRA GEL: Rêber Apo konsepta komployê pûç kir û têkoşîna xwe li seranserê cîhanê belav kir

05/02/2021
in NÛÇE
A A
KONGRA GEL: Rêber Apo konsepta komployê pûç kir û têkoşîna xwe li seranserê cîhanê belav kir
Share on FacebookShare on Twitter

KONGRA GEL têkildarî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û wiha got: “Xwestin bi dîlgirtina rêber Apo Tevgera Azadiyê têk bibin û pergala xwe ya li Kurdistanê û li Rojhilata Navî bidomînin. Lêbelê rêber Apo bi berxwedana xwe, konsepta komployê pûç kir û bi ‘Paradîgmaya Azadiyê’ jî têkoşîna xwe li seranserê cîhanê belav kir.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, bi pêmana salvegera 22’yan ya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em di 22’ê salvegera komploya navneteweyî de hêzên komploger şermezar dikin. Hêzên komploger ji niha ve di rûpelên reş yên dîroka mirovayiya pêşketî de cihê xwe girtin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên komploger ji bo berjewendiyên dewletên xwe, di şexsê rêber Abdullah Ocalan de xwestin têkoşîna azadiyê ya gelên Kurdistanê bikin qurban. Di berdewmam daaxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi pêşengiya Brîtanya bi destê hin welatên Ewropa di şerê cîhanê ya 1’ê de Kurdistan hat parçekirin û li Rojhilata Navî bêheq û bêstatû, di dorpêça komkujiyê de teslîmê çar dewletên dagîrker kirin. Gelê Kurdistanê ji bo azadiya xwe li hemberî dagîrkeran gelek caran serî hilda. Lêbelê welatên Ewropa nexwestin ew statûya şerê cîhanê ya 1ê bê guhertin.

Li hemberî vê siyaseta dewletên kapîtalîst û emperyal û dewletên dagîrker yên li Kurdistanê, bi pêşengiya Rêber Apo gelên Kurdistanê di her beşa jiyanê de xwe birêxistin kirin û dorpêça komkujiyê şkandin û li ser vî bingehê jî li Rojhilata Navî hevsengiyeke nû ava kirin.

Ji ber wê Rêber Apo bi komployeke navneteweyî bû hedefa hêzên kapîtalîst û emperyal. Xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo Tevgera Azadiyê têk bibin û pergala xwe ya li Kurdistanê û li Rojhilata Navî bidomînin. Lêbelê Rêber Apo bi berxwedana xwe, konsepta komployê pûç kir û bi ‘Paradîgmaya Azadiyê’ jî tekoşîna xwe li hemû cîhanê belav kir.

Em di tekoşîna li dijî komploya nawneteweyî ya sala 23’yan de, ji gelên Kurdistanê û dostên xwe re serketinê dixwazin.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.