Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên Ewlekariya Hundi bîlançoya xebaa xwe ya meha Çile eşkere kir

05/02/2021
in NÛÇE
A A
Hêzên Ewlekariya Hundi bîlançoya xebaa xwe ya meha Çile eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

Hêzên Ewlekariya Hundir ya bakur û rojhilatê Sûriyê banga parastina yekîtiya xwîn gelên Sûriyê, bidawîkirina rewşa aloz ku hêzên hikumeta Şamê derxistiye û parastina yekîtiya xaka Sûriyê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundir ya bakur û rojhilatê Sûriyê, bi civîneke çapemeniyê li bajarokê Rimêlan yê girêdayî kantona Qamişlo, bîlançoya xebata xwe ya Çileya 2021`ê eşkere kir.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundir Elî El-Hesen bi zimanê erebî û endama rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundir ya bakur û rojhilatê Sûriyê Rîhan Mihemed bi zimanê kurdî, dauxyanî xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Wekî tê dîtin ku piraniya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê yên li eniyên şer yên bi çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker re, rojane rastî êrişan tên, binesaziya bajaran di hedefa êrişan de ne û xelkê wan herêman neçar dikin ku mal, gund û bajarên xwe terk bikin.

Hemwextî wê DAIŞ rêzeçalakiyên terorîst bênavber didomîne. Bi taybetî li kampa Holê, gundewarê Dêrazorê û çolistana Sûriyê. Diyar e ku armanca sereke ya êrişên çeteyên dewleta tirkî ew e ku DAIŞ careke din nefesê bistîne û xwe komî ser hev bike.

Di demên dawî de rejima Sûriyê li bajarê Qamişlo û Hesekê hewl dide rewşeke aloz derxe, ku aramî û ewleyiya li herêmê têk bibe û di navbera gelan de tevlîheviyê derxe.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundir em girêdayî yekbûna xwîna gelê Sûriyê ne û em kar dikin ku vê aloziya ku rêjima Sûriyê derxistiye bi dawî bikin. Herwiha em yekbûna xak û gelê Sûriyê diparêzin. Her wiha emê derfetê bidin ku alîkarî derbasî cihên rejimê yên li bajarê Qamişlo û Hesekê, bibe.

BÎLANÇOYA MEHÊ
10 dewreyên cihêreng hatin birêxistinkirin, tê de 693 endaman perwerde dît.

Tîmên endeziyariya mayînan 23 mayîn bêbandor kirin. Li seranserê herêmê 25 teqîn çêbûn, di encamê de 12 sivîl şehîd bûn û 21 sivîl birîndar bûn.

Hêzên me bi hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên veşartî yên terorîst 7 opersyonên hevbeş pêk anîn.

Di berdewamiya pêngava “Jiyan berpirsiyarî ye” ya li dijî madeyên hişbiriyê, hêzên me 225 sûcdarên bazirganî û belavkirina madeyên hişbiriyê girtin. 143 dosyayên madeyên hişbiriyê radest kirin, di heman demê de 5 şaneyên bazirganî û qaçaxçiya şûnewaran bê bandor kirin û dane girtin.
13 tawanên kuştinê hatin eşkerkirin, di heman demê de 4 hewldanên kuştinê pêk hatin.

6 tawanên sextekirina pereyan û 21 tawanên sextekirina belgeyên fermî hatin eşkerekirin.

Girêdayî dosyayên dizîyê, 106 bûyerên diziyê û 14 tawanên bikaranîna nasnameya kesekî hatin tesbîtkirin. 14 dosyayên fêlbazî û 25 dosyayên derbaskirina edeb û dispilîna civakê, hatin eşkerekirin.

REWŞÊN AWARTE:

Rewşên ku hatin pêşwazîkirin bi giştî 713 in, ji wan 410 rewşên sar û 303 rewşên germ. Di heman demê de ji bo 4 qezayên trafîkê û 3 bûyerên şewatê destwerdana lezgîn kirin.

HÊZÊN HAWARÎ:

Hêzên Hawarî di 23 rewşan de, 3 teqîn û 87 qezayên trafîkê destwerdana lezgîn kirin.

POLÎSÊN TRAFÎKÊ:

Di vê mehê de civîna sala 2020`î ya Polîsêln Trafîkê hate lidarxistin. 3 hezar û 275 kesan ji bo destûra ajotinê qeyda xwe çêkirin.

EWLEKARIYA BENDÊN KONTIROLÊ Û RÊYAN:

Bendên me yên kontrolê 124 çekên neruxstkirî desteser kirin.

Hijmarek hewldanên qaçaxçiyê bê bandor kirin ku tê de hezar û 520 lître benzîn, 26 hezar û 940 lître mazot û 68 ton ceh desteser kirin.

Rewşên qeza, şewat û nelihevkirinên li ser rêyan ku bi rêya kamîreyên çavdêriyê hatin dîtin û mudaxlekirin, 28 rewş in.

Odeyên opersyonê bi rêya xetên peywendiya germ 737 gilî pêşwazî kirin.

Her wiha 3 hezar û 289 girtî radestî komîteya lêpirsîn û dozgeriyê hatin kirin, 2 hezar û 81 girtî serbest hatin berdan.

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN-JIN:

45 endaman perwerdeyên pisporî û fikirî dîtin. Di heman demê de hêzên jin di vê mehê de li ser 3 dosyayên diziyê, dosyayeke kuştinê, 2 dosyayên fihûşê û dosyayeke fîlbaziyê kar kirin. Di hemû dosyayên borî de jin sûcdar bûn. Dosyên ku sûc li jinê hatiya kirin jî ev in; 7 dosyayên kuştinê û 3 hewldanên xwekuştinê. Hijmara jinên sûcdar ên ku hatine girtin 190 e, ji wan 115 serbest hatin berdan.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ji destpêka avakirina hêza xwe ve û heta niha me soz daye ku kar û erkên xwe bi zelalî û bi hemû hêza xwe bikin xizmete ewlehî û ewlekariya hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em soz didin ku em ê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û li ser xet û soza şehîdên xwe bin ên ku nexşeya jiyana azad û bi rûmet ji bo me xêz kirine.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.