Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî û qismî ya ji bo pêşîgirtina li korona ragihandî, rakir.
Rêveberiya Xweser di biryara 27. de, ku roja Çarşemê di malpera xwe ya fermî de weşandibû, ev agahî dan:
Li gorî berjewandiyên giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya bakur û rojhilatê Sûriyê, radighîne;
1-Hemû biryarên ku ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya bakur û rojhilatê Sûriyê ve têkildarî qedexeya giştî û qismî ya ji bo korona (Covid,19) hatibûn girtin, tên rawestandin. Ev biryar 4/2/2021’ê dest pê dike.
2- Ev biryar wê ji hêla her kesî ve were pêkanîn.
Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, cara yekê qedexeya derketinê li herêmên xwe 23’yê Adara sala 2020’an, ragihandibû.






