Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 7 kes bi vîrûsa korona (Covid-19) ketine.
Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, kesên bi vîrûsa korona ketîn, 3 mêr, 4 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 1. Til Temir: 1. Dêrik: 1. Reqa: 1. Tebqa: 1. Dêrezor: 2
Herwiha hat ragihandin ku 2 kesên bi korona ketîn jî baş bûne.
Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê heta niha 8 hezar û 523 kes bi korona ketine. Ji wan 296 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 218 kes jî baş bûne.






