Endama Kongreya Star Selwa Ehmed diyar kir ku Komploya Navneteweyî ne li dijî kesayeta rêber Abdullah Ocalan yan gelê Kurd tene bû, di heman demê de li dijî tevayiya gelên li hemberî faşîzma dewleta têdikoşin bû.
Kongreya Star di nava rêzçalakiyên xwe yên li navçeyên kantona Hesekê de, li ser Komploya Navneteweyî ya li diji rêber Abdullah Ocalan, li bajarokê Til Tewîl yê girêdayî bajarê Hesekê semînerek li dar xist.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Selwa Ehmed, bi beşdarbûna bi dehan şênî û endamên saziyên sîvîl di semînerê de wiha axivî: “Armanca komploya li dijî kesayeta rêber Abdullah Ocalan, li dijî tevayiya gelên azadîxwaz bû.”
Selwa Ehmed diyar kir ku komplo ne li dijî kesayeta rêber Abdullah Ocalan yan gelê Kurd tene bû, di heman demê de li dijî tevayiya gelên li hemberî zêhniyeta dewleta tirkî ya dagîrker têdikoşin bû.
Selwa herwiha da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ti carî zor û zilm qebûl nekir.






