Leşkerên artêşa tirkî ya dagîrker li gundê Qasimiyê yê Til Temir agir bi gelek malan xistin.
Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê, sûcên xwe yên li herêmên dagîrkirî didomînin.
Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên girêdayî wê, li gundê Qasimiyê yê dagîrkirî yê 6 km dikeve bakurê rojavayê navçeya Til Temir, gelek mal şewitandin.
Li gorî agahiyên çavkaniyan dayîn ANHA, gundê Qasimiyê ji ber dizî, talankirin û wêrankirinê ku ji aliyê dagîrkeran ve tên kirin, wêran bûye.






