Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê endamê Lîwa El-Şemal El-Demokratî şehîd Samih Iwênat li goristana Şehîdan spartin axê.
Welatiyan bi alên Lîwa El-Şemal El-Demokratî, Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger cenazeyê endamê Lîwa El-Şemal El-Demokratî Samih Iwênat, ji pêşiya nexweşxaneya Firatê girtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdan ve çûn.
Di merasima li goristanê de piştî rêzgirtinê, berdevkê Fermî yê Lîwa El-Şemal El-Demokratî Mehmûd Hebîb axivî û got, bi berdêlên giranbiha em welatê xwe diparêzin. Bi yekîtî û hevgirtinê em li dijî tundrew û terorîstan disekinin da ku ref lawaz nebe.”
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hevserokê Nivîsgeha Malbatên Şehîdan Rebî Izedîn jî got, gelên me berdêl dan, ji bo ewleyî û aştiyê canê xwe feda kirin û em fêrî jiyana birûmet.
Dû re endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîla Îbrahîm nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Şehîd di nava sloganan de hat spartin.






