Di xwepêşandanên li Hol û kampa Serê Kaniyê de, hat gotin, gefên dewleta tirkî ya dagîrker ewleyî û aştiya Şingal û Dêrikê dixe xeterê û dijminiya yekîtiya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ye.
Li dijî gefên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser Şingalê û bakur û rojhilatê Sûriyê, bi hezaran şêniyên navçeya Holê û kampa Serê Kaniyê daketin qadan.
HOL
Bi hezaran şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê bi alên QSDê, Kongreya Star û pankartên “Na ji dagîrkeriya tirkî re”, li qada giştî ya navçeya kom bûn.
Piştî rêzgirtinê bi navê PYD’ê Ahîn Elî axivî, di kesayeta şehîd Viyan Soran de, cangoriyên azadiyê bîr anîn.
Ahîn got; dewleta tirkî ya dagîrker bi desteka hikumeta Şamê ewleyiya bakur û rojhilatê Sûriyê tehdîd dike. Dixwaze herêmên din dagîr bike. Hikumeta Şamê jî li Qamişlo û Hesekê hewl dide di navbera pêkhateyan de tevkîheviyê derxe.
Bi navê Kongreya Star a navçeya Holê, Rîm El-Ehmed û bi navê Partiya Sûriya Paşrojê, endamê partiyê Deham El-Salim jî axaftin kirin.
KAMPA SERÊ KANIYÊ
Bi sedan koçberên kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê bi meşekê şehîd Viyan Soran bîr anîn û gefên dewleta tirkî şermezar kirin.
Di çalakiyê de piştî rêzgirtinê, hevseroka meclisa kampa Serê Kaniyê Sûzan Himêdan axivî û soza şopandina xeta şehîdan da. Herwisa banga hevgirtinê, piştgiriya QSD û parastina destkeftiyên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, li gelên herêmê kir.
Çalakî bi durişmên silavkirina berxwedana jinan û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.






