Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest pê kirîn, di roja 73yan de dewam dike.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê 27’ê Mijdara 2020’an, ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Îmralî girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan yên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 15an dewr girtiye, di roja 73`yan de didome.






