Komîn peyvek ku koka xwe ji zaravayê Kurdî digire, tê wateya kombuyînê. Peyvên mîna komînal, Komînîst bingeha xwe ji peyva kombuyîn girtine. Bi awayek giştî peyvên ku koka komîn têda heyî li ser temelê komînalbuyîne hatine damezirandin. Lê dibe ku bi demêra ji wateya xwe derketibin û heta dibe bibin dijberî navên xwe jî. Ji xwe peyva komîn bi xwe bi mirovan dide famikirin ka bê rengê jiyana di bin vê sernvêda wê bi çi awayîbe.
Komîn li beranberî jiyana fertiperestî hatiye damezirandin. Dema ku mirov li xaka Rojhilata Navîn dinêre mirov gelek ciyan rastî kevneşopiyên jiyana komînal tê. Civakên ku herî derengi ji sîstema kapîtalîsti bandor bune civakên Rojhilata Navînin. Ji ber wê heta niha jî mirov li gelek deverên van xakan rastî bermahiyên jiyana komînal tên. Di civakên van herêmanda piraniya kesan jiyana bi hevra ecibandiye û daxwaza bi hevra jiyan kirinê gelek di asta jorda hatiye bidestigirtin. Ji ber ku pêşiyên me baş zanibune wateya jiyanê bi hevra buyînê re dibihûre.
Yekem xala girîng a komînan ew ku her ferdekî di komînê de cîdigier xwedî nirxe û hebuyîna wê/ wî kesî bi wateye di komînê de. Komîn ciyê parasitina nirxê mirovan û ekoljiyêye. Ciyê ku lê jiyana komînal hebe li wir wateya jiyanê hîn bi nirxtire. Di civakên komînal de kes bi tena xwe namîne û tu kes bêyî erki, yanî bi awayek serberdayî li kolanan nagere. Jiyan di çavê hemu ferdê komînêda bi nirxi dibe û her kes bi qasî hêza xwe berpirsyartiya jiyanê digire ser milê xwe û bi wî rengi tevger dike.
Dema ku mirov li jiyanek komînal bigere beriya her tiştî mirov pirsek wiha ji xwe dike, gelo ez jiyanek çawan dixwazim û ger ezbim ezê çawan jiyanek komîn damezirînim? Dem ku mirov dikeve peyê lêgerîna jiyana komînal mirov hîn bi awayek zelaltir ji jiyana takekesî aciz dibe û meraqa jiyana komîn xwe li dilê mirovan badide. Ez bawerim ku bala we hemuyan jî, jiyana mêrû an jî mêşa hingiv kişandibe, an jî we bala xwe dabe jiyana wan. Di sîstema jiyana mêrûyan da nabe ku yek ji wan jî vala bimîne an jî bêyî ked jiyan bike. Ji xwe dema ku yek ji wan kedê nede an tê kuştin an jî ji nava xwe diavêjin derva. Ji xwe dema ku yek ji jiyana komînal hate avîtin ne gengaze ku bikaribe jiyan bike. Heman rewş di nava mêşên hingivda jî tê dîtin. Di heman demêda di nava van tebayan da her kes xwedî erkekiye. Hinek ji wan toza gulan, hinek avê, hinek madeya şîrin û HWK din her ferdeki wan xwedî erkekiye û bi wê rengê dikarin hingiv sazibikin, di heman demêda di nava wanda şêwayê jiyana fedaîjî li pêşe, dema ku hingiv temam dibe yek ji wan bi awayek dilxwezî dimine di hundirê petekê da û ji hundirova derê petekê digir û bi wî rengî dawîli jiyana wê jî tê. Ez bawerim ku bala we hemûyan kişandiye ku dema keriyek ji mêşan datinin ser baxiçeyek gûl li wir bêhêna xwe dihêlin ku li piştî wan dema hinek mêşên din hatin li wî baxiçê gûlan waxitê xwe vala nebihûrin û bi karibin li ciyek din toza gûlan kombikin. Di vê derêda xala herî balkêş ji minra ewe ku hemu taba li hevdu dihizirin û naxwazin waxtê hevdû bikujin. Li gel tabayan jiyan bi nirx tê buhurandin. Dema ku bi mirovan ra aqilê jiyana komînal hebe wê demê hemû kêliyên jiyanê bi watene.
Binevş SARYA