Rojnameya Ronahî

Divê gel li demokrasiyê xwedî derkeve

Zekî BEDRAN

Sûriye, di nava pirsgirikên xwe yên giran de digevize. Rejima Baasê bi piştgiriya Rûsya û Îranê, karî xwe li ser lingê xwe bigire. Lê di rewşa heyî de, Sûrîye bûye sê parçe. Digel vê jî, ji bo çareseriyê ti hewldanên rejimê nînin. Xwestek û niyeta wê ya guhertinê jî nîne. Di hişmendiya wê de, ti nûbûn çênebûne û niyetek wan ya wisa jî nîne. Di hişmendiyê de hinge serê derziyê nûbûn jî nine û li ser tişteke wisa nahizirin jî. Weke berî sala 2010an, dixwazin welat tevê bixin binê kontrola xwe û di binê rêveberiyeke hişk û navendî de bigirin. Li şûna guhertina demokratîk û reforman, parçebûna welat dixwazin. Lê avakirina rêveberiya xweser ya demokratîk ji bo rojhilat û bakurê Sûriyê şansekî mezin e. Di heman demê de ev, ji bo modeleke demokratîk mînakek bû. Li kêleka vê jî xweseriya demokratîk, ji bo yekîtiya Sûriyê şansek bû. Xweseriya demokratîk, karî di nava aştiyê de gelê Erep, Kurd, Sûryan-Asur û gelên din bi hev re bide jiyandin. Di heman demê de amade ne ku bi rêveberiya Şamê re hevpeyvînê bikin û yêkîtiya Sûriyê ava bikin.
Hişmendiya heta niha jî hebûna Kurdan qebul nekirî, wê çawa bikare yêkîtiya Sûriyê çêke? Kesên demokrasî qebul nekirîn, wê çawa bikarin bi fikirên cuda re bijîn? Ev pirsên girîng in. Niha yên li Şamê didanên xwe li Kurdan disîqirînin. Dema di navbera Îran û Iraqê de jî şer derketî Sedam li Helebce komkujî kir. Bi hezaran mirov kuştin. Ji ber ku Kurdan, bi wan re li dijî Îranê şer nekir, wan jî bi wê awayî Kurd ceza kirin û tola xwe wisa ji Kurdan standin. Niha jî rêveberiya Baasê li Sûriyê li hemberî Kurdan di haman hest û fikirê de ye. Dibêjin çawa dibe ku Kurd bê me xwe bi rê ve dibin. Eger Kurdan li hemberî rêveberiya Şamê dijminî bikira, wê niha nikarîbûna li Şamê rûnin. Kurdan rêveberiya Şamê ji herêma xwe dernexist û li hemberî wan şer nekirin. Hikumetê bixwe ew herêm hiştin û çûn. Ji bo ku nekevin binê serweroya çetên DAIŞ`ê û El Nusra, Kurdan jî xwe li hemberî wan bi rêxistin kir û li ber xwe dan.
Dewleta tirkî zor da Kurdan ku li hemberî rêveberiya Esed şer bikin. Lê Kurdan qebûl nekir û ji ber wê Kurd li Enqere bûne armanca faşîstan. Van faşîstan jî alîgiriya DAIŞê û çeteyên din dikir. Bi hezaran Erebên koçber û hêzên çeteyan li hemberî rejimê bi çek kirin, bi kar anîn û bi wan re êrişî Kurdan kirin. Dema bi wî awayî encam netirtin, dewlata tirkî bixwe ket nava Sûriyê û dest bi dagîrkirinê kir.
Li hemberî Kurdan qirkirina neteweyî dewam dike. Ji ber ku Kurdan li hemberî rêveberiya Şamê şer nekir û rejim li ser lingan ma, dijminiya dewleta tirkî û alîgirên wê li hemberî Kurdan pirtir bû. Dig el vê rastiyê rejima Baasê hewl dide Kurdan tesfiye bike. Ji bo wê jî bi Tirkên faşîst re hevdîtina dikin. Tirk dixwazin Kurd ji holê rabin û nebin xwedî ti statûyan. Rêveberiya Şamê jî haman tiştî difikire. Li ser vê li hemberî Kurdan yêkbûna wan pir hêsan e.
Eger rêveberiya Şamê li ser bingehê demokrasiyê bi Kurdan û herêmên xweser re li hev bike, wê dagîrkerên Tirk û hevkarên wan bi rewabûna xwe winda bikin. Li ser vî bingehî gavên ji bo yêkîtiya Sûriyê bên avêtin, wê bi derdoran re jî baweriyê ava bike û bibe mînakek baş. Wê demê ti kes li gel Tirkan û çeteyan cî nagire. Herwisa hêzên biyanî, wê destê wan qels bibe. Ev jî ji bo ku Sûriyê birînên xwe bipêçe û rabe li ser lingên xwe firsetek e.