Rojnameya Ronahî

Ji bo bîranîn salvegera têkoşer Vîyan Soran sînevizyonê hat lidarxistin

ŞEHBA – Meclîsa Jina Azad a Şehbayê ji bo bîranîn salvegera têkoşer Vîyan Soran ya ku li dijî komploya navneteweyî ya  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist, sînevîzyonek pêşkêş kir.

Ji bo bîranîna salvegera têkoşer Vîyan Soran ya ku li dijî komploya navneteweyî ya  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist. Meclîsa Jina Azad a Şehbayê senevizyonek li navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê pêşkêş kir. Bi dehan Endamên Meclîsa Jinên Şehbayê û şêniyên navçeya Ehrezê tevlî temaşekirina sînevizyonê bûn. Her wiha pankarta bi nivîsa “Dema ez şehîd ketim şînê nekin, govendê bigerînin” ji gotina têkoşer Vîyan Soran hatibû daliqandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin ya ji bo cangoriyên azadiyê, nameya ku têkoşer Vîyan Soran nivîsandiye ji aliyê Cîgira Meclîsa Jina Azad a Şehbayê, Silava Hisên ve hat xwendin.

Paşê senevizyonek li ser jiyana têkoşer Viyan Soran hat pêşkêşkirin.

Senevizyon bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.